Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir

Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed El-Mihemed li Goristana Şehîdan a navçeyê bi merasimekê girseyî oxir kir.

Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî Erka Xweparastinê oxir kir
19 cotmeh, 2021   12:14
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya gundewarê başûrê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên leşkerî û sivîl beşdarî merasima oxirkirina endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Hisên El-Mihemed bûn.

Mihemed Hisên El-Mihemed di 11`ê Cotmehê de dema erka xwe ya leşkerî li navçeya El-Deşîşa pêk dianî, şehîd bû.

Karwanê erebeyan ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi goristana şehîdan a li Şedadê ve bi rê ket. Li goristanê endamên Erka Xweparastinê toraneke leşkerî li dar xist.

Di merasim de yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebid Mihemed El-Sayir axivî û  sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

El-Sayir bal kişand ser berdewamiya têkoşîn û berxwedana gelên herêmê, ji bo qewitandina dagirker û çeteyan û rizgarkirina herêmên dagirkirî. Her wiha destnîşan kir ku li dijî herêmê şerên leşkerî, siyasî û aborî û şerê taybet tê meşandin.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Nacî E-Nicûm wiha got: "Em çiqas behsa qehremaniya şehîdan bikin, dîsa jî em nikarin heqê wan bidin, lê belê em dilsozên fedekariyên wan bin.”

Saziya Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd Mihemed Hisên El-Mihemed kir. Cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a Şedadê hate veşartin. 

(dx)

ANHA