Malbatên Şehîdan ên herêma Efrînê: Li hemberî gefên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Til Rifetê şermezar kirin û bang li NY û rêxistinên hiqûqî kir ku gefên rojane yên dagirkeriya Tirk rawestînin.

Malbatên Şehîdan ên herêma Efrînê: Li hemberî gefên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin
19 cotmeh, 2021   11:28
ŞEHBA

Bi dehan malbatên şehîdan li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ya li bajarokê Til Qirahê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û alên meclisê û gelek pankartên hildan.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Menal Şêxo û endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Avdar Elo daxuyaniya meclisê xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Destanên lehengî û berxwedaniya mezin a gelê me yê Kurdistanê, li dijî hêzên zordar didome. Bi pêşketina rihê berxwedanê li ba gelê me, gel di pergala xweseriya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digire.

Di vê pêvajoya dîrokî de û li hemberî çavên cîhanê bi giştî êriş hatin kirin. Ji ber vê zordarî bûye çavkaniya bêaramî û metirsiya li ser gel. Herî dawîn hikumeta Erdogan li ser navçeya Til Rifetê gef xwar. Ev jî dibe sedem ku çete û terorîst li ser pêşeroja gelê herêmê bibin metirsiyeke mezin.

Li vê derê em  endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan, em soz didin şehîdên xwe, serok û zarokên gelê xwe , em ê li ser xeta zarokên xwe bin.

Her wiha em bang li Neteweya Yekbûyî û tevahî rêxistinên hiqûqî yên cîhanê dikin ku li hemberî Erdogan û gefên wî dengê xwe bilind bikin.”

Di dawiya çalakiyê de beşdaran sloganên “Bimire dewleta Tirk a faşîst” û “Bijî berxwedaniya biratiya gelan” bi dawî bû

(şx)