Bekir Elo: Ji bo gelê Efrînê û pêşeroja Sûriyê siyaseta guhartina demografîk a herî kirêt e

Zêdetirî 3 sal û nîv e dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî guhertina demografîk pêk tîne, yekser binsaziya herêmê guherî, şûnwar talan û xerab kirin û avahiyên mêtîngeriyê ava kirin. Dewleta Tirk di vê yekê de sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire.

Bekir Elo: Ji bo gelê Efrînê û pêşeroja Sûriyê siyaseta guhartina demografîk a herî kirêt e
19 cotmeh, 2021   06:31
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk di êrişên li dijî kantona Efrînê de ku rûbera wê 3 hezar û 850 kîlometre çargoşe derbas nake, 72 balafirên şer bi kar anîn û hemû avahiyên giştî mîna Nexweşxaneya Avrîn û malên sivîlan bê ser û ber hedef girtin. Ji roja destpêkê ya êrişên dagirkeriyê ve ku 3 sal û nîv di ser re derbas bûne dewleta Tirk demografiya herêmê diguherîne.

Piştî êriş û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku dispêrin bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, zêde bûn, şêniyên Efrînê di nava 16 û 18’ê Adara 2018’an de neçar man ku ji Efrînê koçber bibin û berê xwe bidin Şehbayê. Dewleta Tirk bi koçberkirina şêniyên re dest bi projeya xwe ya guhartina demografîk kir.

Têkildarî vê yekê Hevserokê Desteya Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo wiha got: "Dagirkeriya Tirk beriya plana xwe ya guhartina demografîk a herêmê pêk bîne 3 qonax danîn, ya yekê koçberkirina şêniyên Efrînê bi darê zorê bi rêya êrişên leşkerî yên bêserûber, ya duyemîn sûcên revandin, qetilkirin û tecawîzkirin, ya sêyemîn jî avahiyên mêtîngeriyê li gund û navçeyên kantonê ava kirin."

NEXŞERÊYA DAGIRKIRINÊ

/ar/uploads/files/2021/10/19/055536_bkr-alw.webp

Li ser vê yekê Bekir Elo wiha got: "Li gorî qanûnên navneteweyî, guhartina demografîk sûcekî li dijî mirovahiyê ye û sûcekî şer tê hesibandin. Tişta ku li Efrînê hatin kirin ji êriş, dagirkirin û tiştên heta niha pêk tên, sûcên şer in."

Di madeyên 6-7-8 ên Pergala Roma ya Bingehîn a Dadgeha Sûcên Navneteweyî ya 1998’an û madeya 49 ji peymana Cinêvê ya 4’an a 1949’an û protokolên girêdayî wê de, koçberkirina  şêniyên resen û dûrxistina wan ji xaka wan di çarçoveya êrişên berfireh û bêserûber de sûcekî şer li dijî mirovahî û sûcên şer in.

Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê yên di 20’ê Çileya 2018’an de bi dehan komkujî pêk hatin, ji wan jî komkujiya Mehmûdiyê ye. Her wiha di êrişan de çekên qedexekirî li dijî gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê û gundê Erendê yê navçeya Şiyê hatin bikaranîn. Di encama êrişan de bi sedan şêniyan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 300 hezar şênî koçberî herêmên Şehba, Heleb û herêmên Bakurê Sûriyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/10/19/055706_tghyyr-aldymghrafy-jrymh-la-taaqb-alyha-trkya-28429.webp

Elo wiha axaftina xwe berdewam kir: "Beriya dagirkirina kantona Efrînê, rêjeya kurdan li Efrînê ji sedî 95 bû û rêjeya mayî ji Tirkmen û Ereban bû. Lê piştî êrişan, koçberkirina şêniyên Efrînê û sûcên dagirkeriya Tirk bi rêya çete û MIT’a wê rêjeya kurdan daket ji sedî 25’an û li şûna yên koçber bûne, malbatên ji Qelemûn, Xûta û Hums hatin bicihkirin."

Piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, tevahî  cureyên sûcan li dijî şêniyan pêk anîn da ku demografiya herêmê biguherînin. Di wê yekê de qetilkirin, revandin û tecawîzkirin di girtîgehên xwe yên li Efrîn, Marê û Ezazê de pêk anî. Her wiha dewleta Tirk darên zeytûnan û darên din qut kirin, mewsimên zeytûnan dizîn, şûnwarên herêmê dizîn û xerab kirin, mîna gundê Elbîskê yê girêdayî Raco û Eyn Darê yê girêdayî Cindirêsê.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her wiha dest danîn ser saziyên perwerde, tenduristî û aborî û li şûna zimanê kurdî zimanê tirkî ferz kir. Her wiha li şûna lîreya Sûriyê lîreya tirkî ferz kir û navên gund û qadên giştî kirin navên tirkî.

Li ser avakirina avahiyên mêtîngeriyê jî, Bekir Elo ev tişt got: "Bi destê MIT’a Tirk, piştgiriya dewletên Kiwêt û Qeterê û bi navên mirovahî û olî ev alî hewl didin dîroka gelê Kurd îmha bikin, bi aybet civaka êzidî bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundên wan û avakirina mizgefan. Dagirkeriya Tirk bi dehan avahiyên mêtîngeriyê li gundên Efrînê nemaze li gundên êzidiyan ava kirin, ji wan gundê Şadêrê, her wiha mizgeft ava kirin û dewreyên ezberkirina Quranê vekirin."

‛DEWLETA TIRK Û NEXŞRÊYA VEJANDINA XEWNA OSMANÎ’

Elo da zanîn ku sûcên dagirkeriya Tirk ku ne tenê bi rêya guhartina demografiyê ne û wiha pê de çû: "Siyaseta guhartina demografîk ya ji bo qirkirina gelê Efrîn û pêşeroja Sûriyê ya herî kirêt e, ji ber ku dagirkeriya Tirk hewl dide rewşekê ji bo şerê demdirêj amade bike da ku xewna Osmanî vegerîne û rûberên mezin ji xaka Sûriyê dagir bike."

Bekir Elo ev li gotina xwe zêde kir: "Aliyên mirovî yan hiqûqî ji bo sînordarkirina van siyasetan dagirkeriya Tirk nakevin tevgerê, ji ber wê yekê ev dagirkeriya Tirk van siyasetan berdewam dike û dê bi xwe dîroka kantonê bi giştî biguherîne.”

‛BERXWEDANA LI ŞEHBAYÊ GAVA DESTPÊKÊ YA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ YE’

/ar/uploads/files/2021/10/19/055619_tghyyr-aldymghrafy-jrymh-la-taaqb-alyha-trkya-28129.webp

Elo li ser berxwedana şêniyên Efrînê li kamp û malên wênarkirî yên li kantona Şehbayê de wiha axivî: "Nêzî 4 salan in şêniyên Efrînê di kamp û malên nîvwêrankirî di rewşeke dijwar de dijîn. Ji ber dizanin ku gava destpêkê ya rizgarkirina Efrînê ji Şehba û berxwedana wan a di rewşên dijwar de destpê dike."

Elo diyar kir ku ji dema ez koçberî kantona Şehbayê bûne ve, ew berxwedana xwe ji bo rizgarkirina Efrînê dewam dikin û got ku bi rêya topbarana bêserûber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dixwazin vê berxwedanê lawaz bikin û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya êrişên bêserûber, pêkanîna komkujiyan, ambargoya ji hêla hikumeta Şamê ve hewl didin berxwedanê lawaz bikin."

Elo da zanîn ku rizgarkirina Efrînê ne tenê erka şêniyên Efrînê ye û wiha domand: "Lê belê erkek nîştimanî ya hemû welatiyên Sûriyê ye, ji ber ku sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rê li ber dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ve û demografiya herêmên dagirkirî diguherîne da ku xewna Osmanî ji nû ve vegerîne."

Elo bang li şêniyên Efrînê kir ku têkoşîn û berxwedana xwe li kampan bilind bikin û bi rihê berxwedanê li hember astengî û planên dagirkeriyê bisekinin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê teşhîr bikin, nekevin xefka bangên derew ên vegera li Efrînê bi garantiyên derew. Elo ev tişt got: "Vegera me li Efrînê mafê me ye, zû yan dereng em ê vegerin."

Elo her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û Konseya Ewlehiyê kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin, siyaseta guhertina demografiyê ya dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne, rawestînin û li ser sûcên wê hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.

(dm)

ANHA