Xwepêşandêrên li Sêmalka: Tişka ku dijmin nekiriye PDK 'ê dike

Şêniyên herêma Cizîrê gotin, PDK'ê bi çarenûsa gelê Kurd dilîze û divê gelê Kurd li hemberî siyasetên PDK'ê yên şaş serî hilde. Şêniyan gotin: "Tiştka ku dijmin nekiriye, PDK'ê dike."

Xwepêşandêrên li Sêmalka: Tişka ku dijmin nekiriye PDK 'ê dike
19 cotmeh, 2021   03:08
 NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Ji 5'ê Cotmehê ve, şêniyên herêma Cizîrê  bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîfanê di kemîna çekdarên PDK'ê de şehîd bûn, li deriyê Sêmalkayê di nava çalakiyan de ne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, 28'ê Tebaxê, hêzên PDK'ê kemînek ji 7 gerîlayên HPG'ê re danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bû, di nav de Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ên ji Rojava bûn. Her wiha gerîlayek din birîndar bû û gerîla Heqî ji kemîn sax derket û piştî 16 rojan gihaşt nuqteyê gerîla. Gerîla Heqî hurguliyên kemînê eşkere kirin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê li hemberî kiryarên PDK'ê di nava çalakiyan de ne û diyar dikin ku PDK'ê siyasteke gelek xeter li ser gelê Kurd bi tevahî dimeşîne.

/kr/uploads/files/2021/10/18/201753_-.webp

Hemdîn Nebî yê ji bajarê Qamişlo mîna gelek şêniyên bajarê beşdarî çalakiya konvendanê ya li deriyê Sêmalkayê bûye. Hemdîn Nebî got: "Îro tevahî pêkhateyên herêmên ji Kurd, Ereb û Suriyan li ber deriyê Sêmalkayê di bin konê çalakiyê de kom bûne. Daxwaza me ya pêşî û dawî cenazeyên şehîdên me ne ku ji aliyê hêzên PDK û îstîxbarata Tirk ve hatin şehîdxistin."

'PDK 'Ê ENCAMÊN SIYASETÊN XWE HILDIGIRIN'

Nebî diyar kir ku tu girêdana siyasetên PDK'ê bi kurdîtiyê tuneye û ew ê tenê encamên siyasetên xwe rake û wiha pê de çû: "Çalakiya me ya li vir aştiyane, ji bo ku cenazeyên şehîdên xwe werbigirin, em naxwazin pirsgirêk ji wisa mezintir bibe. Heger PDK'ê serhişkiya xwe berdewam bike wê encamên wê hilgire."

Hemdîn Nebî da zanîn ku gelên herêmê şehîdên xwe pîroz dikin û mafê wê ye ku merasîmekî layiqî fedekariyên ku dane, ji wan re li darxin.

Nebî diyar kir ku PDK-Iraq û PDK-Sûriyê heman siyasetê dimeşînin ew ku li dijî destkeftiyên ku kurdan li Kurdistanê bi dest xistine, dixebitin û got: "Zêdetirî 37 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene.  Çawa wê PDK'ê di pêşerojê de dê ji van baregehan xelas bibe."

Nebî destnîşan kir ku yên mezin û biçûk siyaseta ku PDK'ê dimeşîne baş dizanijn û dizanin ku siyaseta wan xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk û dijminên gelê Jurd dike. Her wiha bang kir ku divê bi rêya lidarxistina kongreyeke neteweyê ya Kurdistanê rê li ber vê partiyê bê girtin.

/kr/uploads/files/2021/10/18/201812_-.webp

DIVÊ TEVAHÎ GELÊ KURD LI HEMBER SIYASETÊN ŞAŞ ÊN PDK'ÊSERÎ HILDIN' '

Xalid Şêxo ji navçeya Dirbêsiyê tev li çalakiya li deriyê Sêmalkayê bû û piştgiriya xwe bi malbatên şehîdan re anî ziman. Xali Şêxo ev tişt got: "Ev kon konê rûmet û şerefê ye. Ev kon bi daxwaza cenazeyê şehîdên ku ji bo doza neteweyî têkoşiyan, hatiye vedan. Nasnemeya şehîdan yek e ew jî netewe ye. Ev şehîdên tevahî gel in, ne tenê şehîdên partî yan rêxistinekê ne."

Şêxo nerazîbûn nîşanî siyasetên PDK'ê da û wiha pê de çû: "Kesê ku  em  ji wan re dibêjin birayên me ne, tişta ku dijmin nekirine, dikin û bi kemîneke nemerde zarokên me qetil kirin, niha jî qebûl nakin ku cenazeyên şehîdên me bide me."

Xalid Şêxo diyar kir ku kiryarên ku PDK 'ê dike li dijî tevahî exlaq û nirxan e û got:" Dijmin dijmin e û tu carî nabe dost, gelê Başûrê Kurdistanê û Rojava geleke û tenê çemê Dicle navbera wan ferq dike, divê PDK'ê vê yekê zanibe û siyasetên xwe yên saş  rast bike."

Şêxo banga xurtkirina têkoşînê li hemberî siyasetên PDK'ê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Malbatek tenê bi çarenûsa gelekî dilîze,  ji ber vê yekê jî divê hemû gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên xwe li pêşiya nivîsgehên vê partiyê orgenîz bikin û rê li ber van siyasetên şaş bigire. "

(dm)

ANHA