Rûsya xebata şandeya xwe ya ligel NATO'yê rawestand

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov ragihand ku Moskova biryara da ku xebata şandeya xwe ya li gel NATO'yê ji 1'ê Mijdarê ve rawestîne.

Rûsya xebata şandeya xwe ya ligel NATO'yê rawestand
18 cotmeh, 2021   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov di kongreyeke çapemeniyê de ragihand ku Rûsya biryar daye ku xebatên şandeya Rûsya ya li gel NATO'yê rawestîne. Lavrov  got, ev biryar wekî  bersivdayîna dersînorkirina hejmareke dîplomatên Rûs ên li gel NATO'yê hate dayîn.

Her wiha diyar kir ku ev girtek xebatên gelek berpirsên leşkerî yên Rûsî yên li gel NATO'yê di nav xwe de digire û got: "Rûsya xebatê şandeya peywendiyan a girêdayî NATO'ê li Moskova bi dawî dike."

Sergei Lavrov da zanîn ku aliyê rûsî NATO'ê bi vê biryarê agahdar kiriye û got: "Heger li gel NAOT'ê tu mijareke awarte hebe, dikarin serî li balyozê me yê li Belçîkayê bidaya ku têkiliyên du alî misoger dike."

Her wiha daxuyand ku wan heya niha tu agahdarî li ser dersînorkirna 8 dîplomatên Rûs yên ku di şandeyê de dixebitin, wernegirtiye.