​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê 14 roj li pey xweş hişt

Partiya Kesk a Demokratîk, Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Muteahîdan beşdarî çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê bûn.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê 14 roj li pey xweş hişt
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê 14 roj li pey xweş hişt
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê 14 roj li pey xweş hişt
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê 14 roj li pey xweş hişt
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê 14 roj li pey xweş hişt
18 cotmeh, 2021   14:52
QAMIŞLO

Çalakiya konedanê ya li deriyê Sêmalkayê di roja 14'an de berdewam dike. Endamên Partiya Kesk a Demokratîk, Yekitiya Mueahîna û Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li qada deriyê Sêmalkayê kom bûn. Beşdaran bi wêneyên gerîlayên ku di kemîna PDK'ê de şehîd bûne û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla ber bi kon ve meşiyan.

Li ber kon endama Meclisa Partiya Kesk a Demokratîk Şirîn Ebas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û şehîdxistina gerîlayan hatin şermezarkirin û hate gotin: "Leşlerên Roj li Xelîfanê çi dikin? Çima naçin Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê? Leşkerên Roj xayîn in ji bo berjwendiyên dewleta Tirk dixebitin."

Bi navê Yekitiya Muteahîdan û Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Kûsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên gerîla hêzên şoreşgerî ne, nirx û mirovahiyê diparêzin û nûnertiya vîna gelê azad dikin. Em hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên faşîmza Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "Leşkerên Roj" beşdarî dayîna kemînekê ji gerîla re bûn û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li rêxistin û hêzên siyasî yên kurdî hate kirin destwerdanê bike da ku PDK'ê bi lez cenazeyên gerîlayên şehîd radestî malbatên wan bike.

Tê payîn ku dê sibe Yekitiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî çalakiyê bibin ku ji 5'ê Cotmehê ve ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate didome.

ANHA