YNK: Mafê serokkomariya Iraqê yê me ye

Berdevkê YNK’ê ragihand ku mafê serokkomariya Iraqê yê wane û ew hêvîdarin di vê mijarê de tu pirsgirêk çênebin.

YNK: Mafê serokkomariya Iraqê yê me ye
18 cotmeh, 2021   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandek PDK’ê îro serdana Silêmaniyê kir û bi rêveberên YNK’ê re civiya. Piştî civîna her dû aliyan, berdevkên YNK’ê û PDK’ê ji çapemeniyê re axivîn.

Destpêkê berdevkê YNK’ê Emîn Babeşêx axivî û da zanîn ku mafê serokkomartiya Iraqê ya YNK’ê ye, ji bo vê ew bawer nakin di vê mijarê de pirsgirêkek derkeve.

Emîn Babeşêx di dewama axaftina xwe de got; “Li Herêm û Bexdayê pêwîstiya me bi yekrêziyê heye, emê ji bo vê jî serdana hemû aliyan bikin. Hemû hewldanên me wê ji bo ku Kurd bibin yek bin çêbibe. Niha şandek YNK’ê li Bexdayê di nava guftugoya bi aliyên siyasî reye.”

Berdevkê YNK’ê derbarê armanca civîna bi şanda PDK’ê re jî got; “Armanc ewe ku Kurd bi yek bername biçin Bexdayê, di civîna îro de jî me behsa hilbijartin, pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê kir.”

Piştre berdevkê PDK’ê Mehmud Mihemed jî axivî û diyar kir ku armanca wan jî yekîtiye û wan derbarê mafê serokkomartiya Iraqê de tu guftugoyek nekiriye.