Rûspiyên Reqayê salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê pîroz kir

Rûspiyên êlên Reqayê û gundewarê wê, salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir û bang li civata navneteweyî kir ku dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê bê derxistin.

Rûspiyên Reqayê salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê pîroz kir
18 cotmeh, 2021   11:16
REQA

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 17`ê Cotmeha 2017`an de Reqa bi temamî ji DAIŞ`ê rizgar kir û di 20`ê Cotmeha heman salê de ev serkeftin ragihand.

Têkildarî mijarê, rûspiyên êlên Reqa û gundewarê wê daxuyaniyek da ku şêx êla El-Elî Remadan El-Rehal xwend.

Remadan El-Rehal di daxuyaniyê de fedekariyên QSD`ê silav kir û diyar kir ku bi saya QSD`ê DAIŞ`ê tune bû û ji bajêr hat derxistin.

El-Rehal şehîdên ku di rizgarkirina bajêr de ku ji bo ku gel di nav aştî û aramiyê de be canê xwe feda kirin bi bîr anî.

Remadan El-Rehal wiha berdewam kir: “Em bi vê boneyê ji cîhanê re piştrast dikin ku em aştîxwaz in, ne şerxwaz in. Em hewl dide vî welatî ava bikin. Em tê de azad bin û li gorî urf û adetên xwe em zarok û nifşên bê fêrî çanda hezkirin, wefadarî û fikrê rast û wekheviyê bikin.”

Remadan El-Rehal di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî cidî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bisekinin, wê ji Sûriyê derxe da ku şênî vegerin warên xwe.

Di dawiya daxuxyaniyê de El-Rehal got: “Em QSD û hêzên ewlekariyê spas dikin ku ewlehiya vî bajarî diparêzin. Bijî QSD û bijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.”

(şx)

ANHA