Kombûna Jinan a Zenûbiya sûcên dagirkeriya Tirkiyê li dijî jinan şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî û herî dawî kuştina jineke ducanî ji aliyê MIT`a Tirk ve şermezar kir.

Kombûna Jinan a Zenûbiya sûcên dagirkeriya Tirkiyê li dijî jinan şermezar kir
18 cotmeh, 2021   11:01
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê sûcan hovane dikin û herî zêde  jinan dikin hedef. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jinan direvînin, destdavêjin wan, îşkence li wan dikin û dikujin.

Herî zêde li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ev sûc tên kirin.

Girêdayî mijarê Endama Kombûna Jinan a Zenboyayê şaxê Dêrazorê Şerazad El-Casim ji ajansa me re axivî û sedemên sereke yên van sûcan eşkere kirin  û diyar kir ku dewleta Tirk di radeya yekemîn de têkbirina vîna jinan armanc dike.

Şehrazad wiha domand: “Li herêmên dagirkirî hêzên dagirker gelek sûcên hovane li dijî jinan dike.”

Li gorî çavkaniyan duh MIT`a Tirk li dibistana Emîr Xubarî ya li Efrîna dagirkirî di bin îşkenceyê de jineke ducanî bi navê Nîmet Behcet Şêxo yê 32 salî kuşt.

Li gorî çavkaniyan istixbarata dewleta Tirk, Nîmet û hevjînê wê ji pêşiya nexweşxaneya Qenber revand û heta 6 saetên domdar îşkence li wan kir.

Şehrazad piştrast kir ku divê jinên Dêrazorê piştgiriya jinên herêmên dagirkirî bikin.

Şehrazad wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk çi dike bila bike lê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hemberî wê û çeteyên wê li ber xwe bidin. Her wiha dê destkeftiyan jî bi dest bixin û bigihêje armanca xwe.”

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re piştrast kir ku di Tebax û Îlonê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 291 welatî revandine di nav de 25 jin hene, her wiha 5 welatî jî kuştine.

(şx)

ANHA