Li Iraqê li hemberî encamên hilbijartinan xwepêşandan

Li parêzgeha Diyala ya Iraqê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandan dest pê kir û rêya sereke hate girtin.

Li Iraqê li hemberî encamên hilbijartinan xwepêşandan
18 cotmeh, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê di 10`ê Cotmehê de li dar ketin û encam wê jî hatin eşkerekirin.

Lê gelek aliyên siyasî ji encaman nerazîn e, ji duh ve li Iraqê xwepêşandan destpêkirine.

Bi vê armancê îro li parêzgeha Diyala welatî daketin qadan û xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran rêya sereke ya Beqube û Xaneqîn ya nêzî herêma Mîhrot a ser bi bajarê Miqdaye girt.

Xwepêşander di xwepêşandanan de nerazîbûna xwe ya li hemberî encamên hilbijartinê tînin ziman.