Di topbarana li dijî Sermedeyê de 4 kes hatin kuştin

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî herêma Sermede ya nêzî sînorê Lîwa Iskenderon li gundewarê bakurê Idlibê de, 4 endamên “Polîsên Sermede” hatin hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

Di topbarana li dijî Sermedeyê de 4 kes hatin kuştin
17 cotmeh, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di hedefgirtina navenda leşkerî ya Sermedeyê de ya girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr Şam, mudirê navendê û 3 endamên din hatine kuştin. Her wiha 17 kes birîndar bûn.

Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk bi topên hawanê baregehên hêzên hikumeta Şamê li eniyên “Foca 46”, eniya Hêr Derkel, her wiha nuqteyên li gundê Acil ê rojavayê Helebê bi bombeyên RBG`ê, hedef girtin.

(dm)