MÎT`ê ji navçeya Mabata ya Efrînê sivîlek revand

Îstixbarata Tirk welatiyek ji şêniyên gundê Qenterê yê girêdayî Mabata ya Efrîna dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar.

MÎT`ê ji navçeya Mabata ya Efrînê sivîlek revand
17 cotmeh, 2021   09:35
ŞEHBA

Çavkanî ji kantona Efrîn a dagirkirî ragihand ku îstixbarata Tirk (MÎT) welatiyê bi navê Xalid Ebdulfetah Îbiş (48) ê ji şêniyên gundê Qenterê ya girêdayî navçeya Mabata revand.

Çavkanî diyar kir ku Îstixbarata Tirk, Xalid Îbiş ber bi cihekî ne diyar ve biriye.

(dm)

ANHA