`Me digot êdî Kurdistan nema, lê Rêber Ocalan ji nû ve vejand`

Welatiyên Kobanê ku bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyane destnîşan kir ku şoreşa ji aliyê rêber Abdullah Ocalan pêk aniye, şoreşeke dîrok ye.

`Me digot êdî Kurdistan nema, lê Rêber Ocalan ji nû ve vejand`
17 cotmeh, 2021   07:04
KOBANÊ

Bîranînên Rêber Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistana hê jî di bîra kesên ku pê re civiyane de ne. Kesên ku hîna di salên 1990`î de pê re mane bi kesayeta wî bandor bûne, ji bo wê komploya navneteweyî ya ku beriya 22 salan û tecrîda girankirî ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê ferzkirin nikare wan bîranînên xweş ji bîra wan kesan bibe.

`JI KÊLIYA DESTPÊKÊ VE ŞAŞTIYA DI KESAYETA ME DE NAS DIKIR Û ÇARESERÎ DIDA ME`

Gelek kes bi rêber Ocalan re civiyan. Bi her kesekî re bîranîneke wî ya taybet heye ku bandora wê dê li ser wan bimîne û tişta xweştirîn ji wan bîranînan dema tînin bîra xwe dixwazin dem paşde vegere û vegerin wan rojên ku bi rêbertî re derbas kirine.

Hecî Xanê di sala 1995`an de dema Rêbertî li Helebê bû pê re civiya. Têkildarî mijarê Hecî Xanê wiha got: "Dema em behsa Rêber Ocalan dikin, em behsa têkoşîna gelekî ku temenê wî serdemên ji şoreşê ne û di kesayeta Rêber Ocalan de kom bûne dikin. Rêbertî derket da ku rabirdûya me û dema niha bike yek û me ber bi jiyaneke nû ve bibe. Armanca wî ya yekemîn ew bû ku gel li ser dîroka wî ya rast perwerde bike û rastiya bindestiyê pê bide naskirin da ku bizane çawa xwe ji bindestiyê rizgar bike."

Hecî Xanê wiha domand: "Ji kêliya destpêkê ve şaştiya di kesayeta me de nas dikir û çareserî dida me. Ew bijîşk, fermandar û leşker bû. Tu cudahî nedixist navbera xwe û kesên pê re. Xwe ji tu kesî cûda nedidît. Vê yekê hişt ku em zêde pê ve werin girêdan. Ji ber ku wî birînên ku destihilatdaran di mêjiyê me de çandine, derman dikir. Ew derket da ku bi rêya şoreşa gel qeyd û zirncîran biştkîne. Ev zêdetirî 40 salî ye ku ev şoreş didome tevî ku hêzên xêrnexwaz bi hemû rêbazan hewl didin ku têk bibin."

Hecî Xanê destnîşan kir ku şoreşa ji aliyê rêber Ocalan ve dest pê kir şoreşeke dîrokî ye, hemû şoreş di yek şoreşê de kom kir, vê yekê ew kir şoreşgerê sesrdemê, xeterî li ser dewletên desthilatdar çêkir, ji bo wê li hember wî derketin û komplo pêk anîn da ku şoreşa wî tune bikin, lê ew bi bin ketin ji ber şoreşa wî bû şoreşa serdemê.

‘DERKETINA RÊBERTÎ JI KURDAN RE ZAYÎNEKE NÛ BÛ‘

Xalib Elûş ku ji şêniyên bajarê Kobanê ye û di sala 1985`an de li bajarê Helebê bi rêber Ocalan re civiyabû wiha axivî: "Me bawer nedikir ku rêberekî  me weke Rêber Abdullah Ocalan di rojeke ji rojan de derkeve. Me her tim digot Kurdistan mir û tiştekî ku navê wê Kurdistan e, nema. Piştî her tiştê ku bi serê kurdan de anîn, xaka wan şewitandin û ew surgûn kirin. Çiya jî ji hovîtiya wan bêpar neman. Lê derketina Rêbertî ji bo me zayîneke nû bû û vê yekê hişt ku em teşwîqî dîtina wî bibin."

Xalib Elûş di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji nêrîna wî ji mirov re nas dikir ku mirov çi dixwaze. Ew hozan û fîlozofekî mezin bû, yekser derbasî dilê mirov dibû. Ji mûzîkê hez dikir û di guhedarkirina mûzîkê de azadî didît. Pir ji hunermend Aram Tîkran hez dikir."

Xalib Elûş piştrast kir ku beriya komploya li dijî Rêbertî, wî bi xwe behsa komployê dikir, her tim digot ew ê rastî komployeke navneteweyî were, dema me pirs dikir ku çima naçe çiyayê Kurdistanê da ku xwe biparêze, digot heger biçe dê xaka Kurdistanê were şewitandin, vê yekê nedihişt ku biçe, ji ber tirsa wî Ii ser çiyayên Kurdistanê û zarokên wê jî hebû.

Xalib Elûş bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Komploya navneteweyî ku li dijî Rêbertî hate kirin derexlaqî bû û ne li gorî zagonên vê jiyanê bû. Lê dema hemû dewlet li dijî kesekî kom dibin ev yek tê wateya mezinbûna wî di vê jiyanê de. Ez texmîn nakim ku kesekî weke Rêber Ocalan di serdemên bê de derkevin."

Tê zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan rastî komployeke navneteweyî hat û di encama wê de dîl hate girtin. Komplo bi derketina wî ji Sûriyê di 9`ê Cotmeha 1998`an de dest pê kir û di 15`ê Sibata 1999`an de jî li paytexta Kenya Nairobi dîl hate girtin.

(bx)

ANHA