'Dem dema rakirina tecrîdê û azadiya rêbertî ye'

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Minbicê got, pêwîstiya herêmê bi fikirê azad ê rêber Abdullah Ocalan heye û bang li gelê azad ê cîhanê kir ku bikevin tevgerê û zextê li rêxistinên hiqûqî bikin da ku erka xwe li hemberî rêbertî bi cih bînin.

'Dem dema rakirina tecrîdê û azadiya rêbertî ye'
17 cotmeh, 2021   01:50
MINBIC – NÎHAD KERHO

Ji bo şeremzarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî rêber Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêbertî, Akademiyên Civaka Demokratîk duh kon li parka giştî ya navenda bajarê Minbicê veda.

Beşdarên çalakiyê nêrînên xwe bi ANHA'yê re parve kirin.

Mihemûd Bekro got: "Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku 33 sal di ser re derbasî bûn ev li vir di bin konê çalakiyê de ne. Em li vir in da ku teqez bikin ku pêwîste tecrîda li ser rêbertî were rakirin û ji bo azadiya wî xebat were kirin, ji ber ku pêwîstiya herêmê bi fikirê azad heye, ev yek dikeve ser milê gelên herêmê ku divê dakevin qadan û dengê xwe bighînin tevahî cîhanê."

/kr/uploads/files/2021/10/16/180649_-2.webp

Mehmûd Bekro bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bikevin tevgerê û rewşa tenduristiya rêber Ocalan eşkere bikin.

/kr/uploads/files/2021/10/16/180704_-.webp

Medya Îbrahîm têkildarî çalakiya bi kon wiha got: "Çakakî wê du rojan berdewam bike, wê fikirê rêbertî, mijarên girêdayî komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî ji beşdaran re were nasandin. Çalakî ji bo şeremzarkirina komplo û bi daxwaza rakirina tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêbertî ferz kiriye ye."

Medya Îbrahîm her wiha anî ziman ku armanca ji vê çalakiyê ew e ku dengê xwe bighînin CPT ku "beşek mezin ji rakirina tecrîda li ser rêbertî dikeve ser mile wê".

/kr/uploads/files/2021/10/16/180634_-.webp

Şêniyê bi navê Rîfat El-Xelef bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê azad ê cîhanê kir ku ji bo azadiya rêbertî kar bikin, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo azadkirina rêbertî bi wan re bixebite.

El-Xelef xîtabî şêniyên Minbicê kir "Ev gel fikirê rêbertî nas kiriye û ji 5 salan ve tecrubeya demokratîk a di fikirê wî de li ser erdê pêk tîne. Dem hatiye ku di yek rêzê de li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî bisekinin ku heta roja me ya îro berdewam dike."

Çalakî ji saet 09:00'an heya 17:00'an e, tê de sinevîzyon li ser fikirê rêbertî û komploya navneteweyî tên pêşandan.

ANHA