Hiqûqnasên Efrînê: Bêdengiya navneteweyî dibe sedem ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar bîne

Hiqûqnasên kantona Efrînê bêdengiya navneteweyî derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelê Kurd û gerîlayên HPG`ê şermezar kir û destnîşan kir ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe rê dide dewleta Tirk ku çekên kîmyewî bi serebestî bi kar bîne.

Hiqûqnasên Efrînê: Bêdengiya navneteweyî dibe sedem ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar bîne
16 cotmeh, 2021   07:40
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker ji dawiya Nîsanê ve di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) çekên kîmyewî bi kar tîne.

Tevahî gelê Kurd û di nav de siyasetmedar û rewşenbîr destnîşan dikin ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan ji hêla dewleta dewleta Tirk ve ji bo qirkirina Kurdan, bi erêkirina navneteweyî pêk tê.

Ruxmî bangawazî û rexneyên dubare yên li dijî civaka navneteweyî di vê çarçoveyê de, dîsa jî civaka navneteweyî di bêdengiya xwe de li hember sûcên li dijî Kurdan û pêkhateyên herêmê yên Ereb û Suryan, dewam dike.

Parêzer û endamê Yekîtiya Parêzerên Efrînê Lezgîn Ehmed Kor got: "Ji beriya zêdetirî 6 mehan ve  dewleta Tirk li Metîna, Zap, Heftenîn û Zagrosê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî de qedexe ne, armanc digire."

Ehmed Kor wiha dom kir: "Çekên kîmyewî dikevin lîsteya çekên rûxandina giştî. Gelek Şêwaz û cureyên wê hene. Qanûna navneteweyî ji sala 1899'an vir ve bi rêya peymana Lahay, bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike, ku di xala 23'an a peymanê de bikaranîna çekên kîmyewî bi her awayî tê qedexekirin. Di sala 1993'an de Peymana Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî bi navê (peymana qedexekirina nûjenkirin, çêkirin, depokirin û bikaranîna çekên kîmyewî) derket, ew yek ji wan peymanên navneteweyî yên herî girîng in ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike.

PEYMAN NAKEVIN MERIYETÊ

Ehmed Kor bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û got: "Ev hemû sûcên dewleta Tirk û binpêkirina peymanên navneteweyî bi rêya karanîna çekên kîmyewî wekî binpêkirina qanûnên navneteweyî tê hesibandin. Li hember vê yekê em bêdengiya navneteweyî û civaka navneteweyî dibînin, ev peyman nakevin meriyetê û heasb ji dewleta Tirk nayê xwestin.”

Ehmed Kor di dawiya axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî ya der barê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk û binpêkirina peymanan şermezar kir. Her wiha banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir.

' LI HER DERÊ DEWLETA TIRKIYE LI DIJÎ KURDAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR TÎNE '

Têkildarî heman mijarê, parêzer Rûşîn Hido piştrast kir ku dema ku dewleta Tirk nikaribe di qada şer de pêş bikeve, çekên kîmyewî bi kar tîne, wekî ku li gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê û Serêkaniyê, pêk aniye. Dewleta Tirk çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi kar anî û berê li Efrînê li gundê Erendê û gundê Şêxorzê bikar anî û fosfora spî beriya salekê li Serêkaniyê bikar anîbû, ku di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin û zarokê bi navê Mihemed bi wan çekan hatibû şewitandin piştre ji bo dermankirinê ew rakiribûn Fransa.”

Der barê armancên dewleta Tirk ji bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd û Hêzên Parastina Gel de, Rûşîn got: "Armanca dagirkeriya Tirk ji bikaranîna van çekên kîmyewî ew e ku gelê Kurd tune bike. Tevî hemû peymanan jî lê dewleta Tirk ev peyman binpê kirin û li pêşberî cîhanê ev çek bikar anîn. "

Parêzer Cibraîl Mistefa jî wiha got: "Bikaranîna dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd bi giştî û Hêzên Parastina Gel bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê, binpêkirina peyman û qanûnan e yên ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîl û leşkeran qedexe dikin. Lê tevî van qanûn û Peymanên Laheyê yên qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî û peymana 1993'an a têkildarî qedexekirina bikaranîn û hilberîna gaz û çekên kîmyewî û bikaranîna wan ji bo armancên ne aşitiyane, dewleta Tirk hê jî van çekan li dijî sivîlan bikar tîne."

Mistefa wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk di serdema nûjen de di êrişên xwe yên sala 2018'an a li dijî kantona Efrînê çekên kîmyeweî bikr anî û di sala 2019'an de li Serêkaniyê fosfora spî bikar anî. Niha jî li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd bikar tîne. Bêdengiya civaka navneteweyî dihêle ku dewleta tirk van çekan bi serbestî bi kar bîne."

(dx)

ANHA