Li Efganistanê di mizgeftekê de teqîn; gelek kuştî û birîndar hene

Îro li Mizgefta Hisêniye ya li Qendeharê ya başûrê Efganistanê teqînekê rû da, di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Efganistanê di mizgeftekê de teqîn; gelek kuştî û birîndar hene
15 cotmeh, 2021   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a hikumeta Talîbanê Seîd Xostî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku di encama teqînê de gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne. Her wiha destnîşan kir ku hêzên taybet ên Talîbanê gihaştine cihê bûyerê û dê dest bi lêpirsînan bikin.

Ajansa Asoka ya Efganistanê ragihand ku teqîn li Mizgefta Hisêniye pêk hatiye ku mizgefta herî mezin a şîeyan a li Qendeharê ye.

Ajansa Sputnîk a Rûsyayê jî ji çavkaniyeke xwecih ragihand ku teqîneke xwekujî pêk hatiye û di encamê de herî kêm 25 kes hatine kuştin û nêzî 20 kes birîndar bûne.

Beriya hefteyekê li wîlayeta Qendûz a li bakurê Efganistanê jî teqînek pêk hatibû û li gorî hin raporan di encamê de herî kêm 120 kes hatibûn kuştin.

(cx)