Di hefteya duyemîn a çalakiyê de; banga eşkerekirina kujerên Şukrî Serhad tê kirin

Çalakiya li cihê ku Şukrî Serhad lê hatî şehîdxistin, di hefteya duyemîn de dewam dike û banga eşkerekirina kujeran tê kirin.

Di hefteya duyemîn a çalakiyê de; banga eşkerekirina kujerên Şukrî Serhad tê kirin
15 cotmeh, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker.

Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîdxist.

Mehek di ser şehîdxistina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) re derbas bû. Lê hîn jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê hefteya borî bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ewê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin, çalakî lidarbixin.

Bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê îro di hefteya dûyem de carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Li cihê bûyerê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê daxuyaniye hate xwendin. Di daxuyaniyê de carek din hate gotin ku heya kujerên şehîd Şukrî werin girtin, ewê her hefte li cihê bûyerê kom bibin û çalakî lidarbixin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “ Belge li ber destê hêzên ewlekariyê hene, lê nayên eşkerekirin û ev jî gumanan bi xwere tîne. Dixwazin belgeyan winda bikin.”

Piştî çalakiyê, welatiyan destegul danîn cihê şehîd Şukrî lê hatî qetilkirin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.