Li Resafê 8 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

8 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê îro di encama êrişeke çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Resafê ya li başûrê rojavayê Reqayê hatin kuştin.

Li Resafê 8 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
15 cotmeh, 2021   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê li herêma Resafê ya li beyara başûrê rojavayê Reqayê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê hewl didin bi piştgiriya êrişên balafirên şer ên Rûsyayê ku êrişên dijwar li ser herêmê pêk tîne, van êrişan têk bibin.

Di encama êrişê de ku ji şevê din ve didomin, 8 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin.

Li gorî SOHR'ê, ji 24'ê Adara 2019'an ve hezar û 578 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatine kuştin ku di nava wan de herî kêm 3 Rûs jî hene. 153 kes ji komên alîgirên Îranê yên ji Sûriyê di dema êriş, teqîn û kemînên DAIŞ'ê de li rojavayê Firatê, beyara Dêrezorê, Reqa, Hums, Siwêda, Hema û Helebê hatin kuştin.

 Her wiha 4 sivîlên ku di zeviyên gazê de dixebitîn û bi dehan şivan û sivîlên din û zarokek û jinek di êrişên DAIŞ'ê de hatine kuştin. Di heman demê de hezar û 67 çeteyên DAIŞ jî hatine kuştin.

(dx)