​​​​​​​Têkildarî encamên hilbijartinên Iraqê ajansa me vê êvarê bernameyeke taybet diweşîne

Ajansa me têkildarî hilbijartinên parlamantoyê yên Iraqê ku di 10`ê Cotmehê de pêk hatin, vê êvarê saet di 20:00`an de bernameyeke taybet diweşîne.

​​​​​​​Têkildarî encamên hilbijartinên Iraqê ajansa me vê êvarê bernameyeke taybet diweşîne
15 cotmeh, 2021   10:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me ANHA di çarçoveya rêzebermaneyên taybet ên têkildarî mijarên girîng û yên dibin rojeva raya giştî, îro saet di 20:00`an de bernameyek taybet diweşîne.

Mêvanê bernameya îro, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê PYD`ê yê berê yê Başûrê Kurdistanê û Iraqê Silêman Ereb e.

Di bernameyê de dê rewşa siyasî ya Iraqê, lidarxistina hilbijartinên parlamantoyê yên pêşwext, hevbendiya hêzên kurdî, lîstina bi dengan ku li hin navendên dengdanê pêk hat û têkçûna hêviyên welatiyên Iraqê, werin nîqaşkirin.

Dê bername li ser malpera ajansa me û hesabên ajansa me yên medyaya dijîtal were weşandin.

(cx)

ANHA