Rûspiyên Hesekê û Til Birak hevgirtina xwe bi saziyên ewlehiyê re nîaşn da

Şêx û rûspiyên Hesekê û a Til Birak  piştgiriya xwe bi hêzên ewlekariyê re anîn ziman û gotin,  ew ê bi hêzên xwe re bin heta ku aştî li welat pêk were û gelê Sûriyê bi azadî û rûmet bijî.

Rûspiyên Hesekê û Til Birak hevgirtina xwe bi saziyên ewlehiyê re nîaşn da
14 cotmeh, 2021   15:04
HESEKÊ

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û kurdan ên kantona Hesekê û navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo daxuyaniyek derbarê hewldanên derxsitina tevlîheviyê da.

Daxuyanî li nivîsgeha koordînasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê  ji aliyê Amir Mehmûd El-Cedûh  vehate xwendin.  

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Herêmên me çavkaniya mêrxasî, rûmet, serbilndahî, derxistina kînê ye. Hevgirtin û biratiya li herêmê hînkirina hemû olane û çanda hemû qebîle û eşîrên li welatê me ne. "

Her wiha bal hate kişandin li ser hevgirtina şênî, eşîre û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hemberî kesên ku hewl didin yekitiya pêkhateyan têk bibin û wiha hate domandin: "Ev yekitî encamên xwîna pak û berxwedana mezin a eşîrên Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên gelê li hemberî terorê û parastina yekitiya xakê ye.

Em di kêliyên çarenûsî de dijîn, dijmin û çavnebarên bi xêrên xaka me tevlîheviyan derdixin û dixwazin aramiya herêmê têk bibin. Herî dawî jî hewl dan êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Til Birak bikin.

Ev hêz ji keç û xortên herêmê hatine avakirin.  Em ê bi hêzên xwe yên ewlehiyê re, bisekinin ku herêm ji terorê parastin û aramî û ewlehî pêk anî û heta niha mertalê li hember dijmina ye.

Em ji her kesê ku dixwaze tevlîheviyê û gotegotan belav bike bêrî ne. Ji ber kesê ku banga kuştin û tevlîheviyê dike xwe ji dijmin re dikin armanc da ku îradeya gel û yekitiya wan têk bibe.

Em ê hevgirtî bin heta ku aştî li hemû herêmên me belav bibe û gelê me bi azadî û rûmet bijî. Her kesê ku dixwaze destkeftiyên şoreş û gelê me têk bibe, werin tunekirin."

(bx)

ANHA