Li Şehbayê xwendekar û mamoste li dijî kiryarên hikumeta Şamê meşiyan

Xwenekar û mamosteyên navçeya Ehrezê ya Şehbayê li hemberî hewldanên hikumeta Şamê yên astengkirina zimanê kurdî di dibistanan de meşek li dar xistin.

Li Şehbayê xwendekar û mamoste li dijî kiryarên hikumeta Şamê meşiyan
14 cotmeh, 2021   13:35
 ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê (KPCD) ji bo şermezarkirina hewldanên hikumeta Şamê yên qedexekirina zimanê kurdî di dibistanan de meşek li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê li dar xist. Bi sedan mamoste û xwendekar beşdar meşê bûn.

Meş ji debistana navçeya Ehrezê dest pê kir. Xwendekaran pankertên bi nivîsa "Dibistanên kurdî rûmeta me ne", "Em ne li dijî zimanên cîhanê ne, lê em bi perwerdeya bi zimanê dayikê ne", "Şoreşa nûjenkirinê ji ziman dest pê dike" û "Na ji çewisandina nasname û ziman re" hatin vekirin. Her wiha diruşmeyên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me nasnameya me ye" hatin berzkirin.

Meş piştî ku gelek kolanên sereke yên navçeyê geriya, li qada navçeyê veguherî mîtîngê. Mamosteyên girêdayê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya navçeya Ehrezê Alîn Elo û Teysîr Mirî daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, zimanê hêmanê sereke yê civak û neteweyan e, her wiha nasnameya gelan e û hebûn û tunebûna civakan girêdayî ziman.

Di berdewama daxuayniyê de hate gotin: "Ev bû 4 salin gelên Efrîn bi hemû pêkhateyan xwe ve ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê koçberî Kantona Şehbayê bûne, lê ji bo ku gelên Efrînê yên koçber bi aramî jiyan nekin rojane rastî kiryarên dewleta Tirk a dagirker tên û rejîma Sûriye rojane lîstoken xwe didin meşandin. Tu netewe bê ziman nikarin werin hizirîn, ji ber vê yekê, divê xebatên derbarê zimanê dayikê de çalaktir bibin. Ji bo ku zarok û ciwanên herêmê û gelên ku koçberî kantona Şehbayê ji çeteyê DAIŞ'ê û piştevaniyê dewleta Tirk a dagirker rizgar bûye li Şehbayê bê perwerde nemînin û bê ziman nemînin, ev bû çend sal in di Sûriyê de bi fereseta neteweya demokratîk ango miletperestiyê di nav xwe de nagire perwerdeya dibistanê bi sê zimanên Fermî didin ew jî kurdî, Erebî , Ingilîzî tên dayîn. Weke em dizanin zimanê kurdî zimanê dayikê ya gelê heremê ye. Bi navê xwendekar û mamosyeyê navçeya Ehrezê em hemû kesên ku bi kiryarên li dijî zimanê zikmakî mafên rawa û mirovahiyê radibin, bi tundî şermezar dikin. Banga me ji her kesê ku dibin bandora şerê taybet de jiyan dikin û hevkarên wan ên ku bûne amraza pêkanîna armanc û kiryarên dijminê mirovahiyê, ji xewa xwe rabin û destê xwe ji zarok û dibistanên me bikişînin, ji heybera hişbirê hişyar bin, vegerin hebûna xwe û xwedî li nirxên xwe yê çandî, civakî û zimanê xwe derkevin û bi siyaseta şerê taybet re neyên pişaftin." 

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên "Bijî berxwedana gelan, bijî biratiya gelan û na ji qirkirina ziman re."

ANHA