​​​​​​​Mala Jinan a Şêxmeqsûdê Yadê Eqîde bi bîr anî

Di duyemîn salvegera şehadeta Yadê Eqîde de, endamên Mala Jinan piştrast kir ku hewldanên gelên herêmê îspat kir ku projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan çareseriya hemû aloziyan e.

​​​​​​​Mala Jinan a Şêxmeqsûdê Yadê Eqîde bi bîr anî
14 cotmeh, 2021   12:03
HELEB

Mala Jina şehîd Eqîde di duyemîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî. Yadê Eqîde di dema êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî yên 9'ê Cotmeha 2019'an de şehîd bûbû.

Di 13'ê meha Cotmehê de karwanê sivîlan ku ji herêma Cizîrê diçû ji bo ku alîkariya sivîlên bike, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve rastî êrişa hewayî hat. Di encamê de bi dehan sivîl û rojnamevan û Yadê Eqîde Elî şehîd bûn.

Mala Jinan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek da. J rêveberên Komîteya Silhê ya Mala Jinan Emîne Şêxo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em her du şehîdan; Yadê Eqîde û sekretera giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi bîr tînin. Ev 2 sal e ku ew bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê şehîd bûne."

Di daxuyaniyê de êriş û sûcên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li dijî gelan û jinan hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi hewldanên gelên herêmê hate îsbatkirin ku projeya neteweya demokratîk ku ji hêla rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin, çareseriya hemû aloziyên herêmê ye, her wiha şoreşa Rojava di hemû astên civakî, siyasî û leşkerî de destpêka şoreşa gel e û zayîna çand û ramaneke nû ye ku li ser bingeha biratiya gelan û neteweya demokratîk a hevpar, hatiye avakirin."

Her wiha îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hedefgirtina vîna gelên azadîxwaz, jin, dayik û zarok û teşhîrkirina cenazeyên wan hate kirin û hate gotin ku ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye û dûrî wijdana mirovahiyê ye.

Di daxuyaniya Mala Jinan de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û çalakiyên wan ên binpêkirina ewlehî û aramiyê sînordar bikin.

Endamên Mala Jinan her wiha destnîşan kir ku dê şopa şehîdan bidomînin û rêzên xwe bikin yek da ku êrişên faşîst têk bibin û di nav aramî û demokrasiyê de li Sûriyeke demokratîk û nenavendî bijîn.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(dx)

ANHA