‘PDK di bin kontrola dewleta Tirk de ye, cudahî di navbera wê û DAIŞ'ê de nîn e’

Çalakvanê siyasî Mezher Şêxo got “Çawa ku gelê Şengalê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da, dê li dijî PDK'ê jî li ber xwe bide. DAIŞ û PDK di bin kontrola dewleta Tirk de ne û ev jî îsbata wê ye ku cudahî di navbera PDK û DAIŞ'ê de nîn e.”  

‘PDK di bin kontrola dewleta Tirk de ye, cudahî di navbera wê û DAIŞ'ê de nîn e’
14 cotmeh, 2021   03:15
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

PDK hebûna xwe bi bicihanîna talîmatên dewleta Tirk a mêtinger misoger dike û hem êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê dike, hem jî bi hewldana bicihkirina hêzên leşkerî li Şengalê destkeftiyên gelê Kurd dixe xetereyê.

PDK bûye pêlîstoka dewleta Tirk û êrişî gerîla û Şengalê dike, her wiha li Rojava jî bi dûvika xwe ENKS'ê çalakiyên qirêjî didomîne. ENKS û PDK li ser talîmatên dewleta Tirk hemû karên xwe yên qirêjî yên li dijî gelê Kurd dikin. Îsbata ku ev peywir dane van aliyan jî ew e ku kesên xwe wek rêveberên ENKS'ê nîşan didin li Enqereyê di nava luks û sefahatê de dijîn.   

Aktîvîstê siyasî Mezher Şêxo li hemberî polîtîkayên antîkurd ên PDK'ê bertek nîşan da û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk, çalakiyên qirêjî yên PDK'ê û provokasyonên ENKS'ê yên li Rojava hemû di çarçoveya konseptekê de ne.    

Şêxo bi bîr xist ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re çavên dewleta Tirk sor bûn û wiha axivî: "Dewleta Tirk ji bo destkeftiyên gelê Kurd tesfiye bike, ji her alî ve êriş dike. Ji bo ku xeyalên Mîsaqî Mîllî pêk bîne, yanî ji bo ku ji Efrînê heta Başûrê Kurdistanê dagir bike, dixebite. Lewma em bi rengekî zelal dibînin ku êrişên li dijî Rojava û Başûr li gorî heman konseptê ne."

Mezher Şêxo diyar kir ku di her têkçûneke dewleta Tirk a dagirker de, di êrişên li ser Başûr û gerîla  de hevalbenda xwe PDK çalak kiriye û got: "Tevî bikaranîna hemû çekên teknîk, gazên kîmyewî jî, bi mehan e dewleta Tirk negihaştiye encamekê. Ji bo ku vê têkçûnê veşêre, hewl dide hevalbenda xwe PDK'ê bîne û ji hundir ve kelehê hilweşîne. Ji salên 1980'yî ve di navbera PDK û Tirkiyê de lihevkirin hene. Piştî hilweşîna rejîma Sedam têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyê re stratejîktir bûn."

'ŞENGAL BÛYE KULA DEWLETA TIRK’

Li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê jî Şêxo got: "Dewleta Tirk gelek caran êrişên hewayî birin ser Şengalê. Di wan êrişan de rêveberên Rêveberiya Xweser a Şengalê qetil kirin, di heman demê de nexweşxaneya sivîl jî kir hedef. Sedema van êrişan jî ew e ku Şengal ji bo dewleta Tirk bûye kul. Şengal yek ji armancên sereke yên projeya dewleta Tirk e û Şengal bi helwesta xwe ya heyî li ber vê projeyê radiweste."  

Şêxo wiha pê de çû: “Piştî îlankirina rêveberiya xweser li Şengalê, dewleta Tirk niha jî bi îdiayên derew ên wekî 'PKK bi rê ve dide’ dixwaze êrişên xwe yên li ser Şengalê rewa bike. PDK van îdiayan diparêze. Ew qas jî ku dema min li Zagros TV (kanaleke girêdayî PDK'ê) temaşe dikir, min wek Kurdekî şerm dikir. Rayedarekî payebilind ê pêşmergeyan got ‘Îdeolojiya PKK'ê xizmetê ji Kurdan re nake. PKK ji êrişên Tirkiyê berpirs e.' û hewl dide êrişên dewleta Tirk rewa bike. Ev gotin nîşan didin ku tifaqa dewleta Tirk û PDK'ê demdirêj û stratejîk e."

'HEMÛ XÊR Û BÊRA BAŞÛR TENÊ DIKEVE DESTÊ ÇEND KESAN'

Mezher Şêxo destnîşan kir ku gelê Başûr jî li dijî PDK'ê bertek nîşan daye û wiha berdewam kir: "Di nava PDK'ê de mirovên welatparêz, paqij û dilxwaz hene. Lê wek kesekî ku her sal serdana Başûr dike, ez dibêjim li Başûr gelek welatparêzên bihêrs hene (li hemberî malbata ku polîtîkayên heyî yên PDK'ê dimeşîne). Ji ber ku bi feraseta desthilatdariyê tê birêvebirin, mîna li Sûriye, Lîbya, Misir, Tunisê, gelê Başûr dema mirovekî biyanî dibine, ya di dilê xwe de jê re dibêje. Wê malbatê wek 'dîktator, xwînxwar' bi nav dikin. Hemû dewlemendiyên binerd û sererd ên Başûr ji aliyê malbatekê ve tên îstîsmarkirin. Heta em dikarin bibêjin ku nakokî di nava malbatê de jî hene. Naxwazim navan bidim. Gelê me dizane ev çend kes kî ne ku li ser talîmatên dewleta Tirk tev digerin.”

'CUDAHIYA WAN Û DAIŞ'Ê NÎN E'

Mezher Şêxo nerazîbûn nîşanî hewldanên PDK'ê yên ji bo têketina Şengalê da û got: "Yên ku di sala 2014'an de dema DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir reviyan, gelo niha dixwazin bi kîjan rûyî vegerin? Bi hezaran êzidî ji ber wan hatin qetilkirin, jin li bazaran hatin firotin. Çarenûsa bi hezaran êzidiyan ne diyar e. Wê demê te Şengal neparast û niha jî tu dixwazî bikevî wê derê? Çawa ku gelê Şengalê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da, dê li dijî PDK'ê jî li ber xwe bide.”

Şêxo diyar kir ku PDK bi talîmata dewleta Tirk tev digere û wiha dewam kir: "DAIŞ û PDK di bin kontrola dewleta Tirk de ne, ev jî tê wê wateyê ku cudahî di navbera bikaranîna PDK û DAIŞ'ê de nîn e. Talîmatên ku dewleta Tirk dane DAIŞ'ê û talîmatên dane PDK'ê, yek in. Dibe ku ev gotin hişk xuya bikin, dibe ku hinek bêjin 'ji bo Kurdan xebitîn'. Lê rastî ev e ku PDK ne ji bo Kurdan, tenê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî kar kir."

'ENKS BI HEWLÊRÊ VE, HEWLÊR BI ENQEREYÊ VE GIRÊDAYÎ YE'

Mezher Şêxo polîtîkayên dewleta Tirk û PDK'ê yên bi rêya ENKS'ê jî wiha şîrove kirin: "Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser li Amerîka û Rûsyayê dan û standinên dîplomatîk hatin kirin. Dema ku trafîka dîplomatîk dest pê kir, ENKS'ê ji bo propagandaya reş tev geriya. ENKS girêdayî Hewlêrê ye û Hewlêr jî bi Enqereyê ve girêdayî ye. Dema em bi giştî lê dinêrin, kiryarên ENKS'ê yên li vir, êrişên li hemberî Şengal û gerîla, propagandaya reş a çapemeniya PDK'ê, heta şewitandina buroya Rûdawê (bi belgeyên dikarim piştrast bikim ku wan kiriye) hemû di çarçoveya konseptekê de ne. Bêyî siyaset û propagandayê, weke welatparêzekî bêalî dibêjim; divê bê zanîn ku dîroka kê bi xiyanetan tijî ye. Bila gelê me yê welatparêz li hemû parçeyên Kurdistanê bizane ku ENKS ajaneke dewleta Tirk e û talîmatên xwe ji Stenbol û Enqereyê digire. Desthilatdarên PDK û ENKS'ê dixwazin li Rojava wêranî û mirinê pêk bînin, dixwazin Rêveberiya Xweser tune bikin."  

'DI NAVA ENKS'Ê DE KESEK NÎN E KU JI BO YEKITIYÊ DIXEBITE’

Mezher Şêxo got ENKS ji bo ku di nava Kurdên Rojava de aloziyê derxe, hatiye erkdarkirin û wiha diyar kir: "Weke mirovekî bêalî ku bi hêzên PYNK û ENKS'ê re hevdîtin kiriye, dikarim bibêjim ku di nava ENKS'ê de mirovekî bi tenê jî nîn e ku ji bo yekitiyê dixebite. Wek Kurd em hemû yekitiya neteweyî dixwazin. Dema xebatên kongreya neteweyî gihîştin astekê, PDK'ê mase li ser fermanên dewleta Tirk hilweşand. ENKS niha ji bo sabotekirina xebatan hincetan çêdike. Bi vê yekê hewl dide bi propagandayên şaş ên 'Em yekitiyê dixwazin lê PYNK naxwaze' bike da ku raya giştî ya Kurd bixapîne. PYNK ji ENKS'ê re dibêje 'Hûn çi bixwazin em bikin, heta ku em li ser maseya yekitiyê rûnên, heta ku hûn neçin ber deriyê mirovên din' lê ENKS red dike. Bi kurtasî ENKS ajana dijmin e, ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser amade ye hemû rêbazên qirêjî pêk bîne."

Çalakvanê siyasî Mezher Şîxo herî dawî ev bang kir: "Divê gelê me hesas be, bi lîstikên wan nexape, bi rêya medyaya civakî û medyaya din neyê manîpulekirin. Wek gelê Kurd divê em bi hişmendiya ku ev êrişên bi rêya PDK û ENKS'ê tên kirin, ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, tev bigerin û ji her êrişa dewleta Tirk re amade bin."

ANHA