​​​​​​​Ciwanên Kobanê sûcên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmê, êrişên li dijî gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Dewleta Tirk di êrişên xwe de hemû cûreyên çekên giran bi kar anîn û di demên dawî de û piştî binketina wê ji aliyê gerîlayan ve çekên kîmyewî bi kar anîn.

​​​​​​​Ciwanên Kobanê sûcên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin
14 cotmeh, 2021   02:11
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk nikarîbû îradeya gelê kurd û têkoşîna wê têk bibe. Ji bo vê yekê êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin û di êrişên xwe de çekên kîmyewî weke rêbazekî qirkirinê li dijî îradeya xurt û berxwedana bêhempa bi kar anîn.

HPG`ê di 23`yê Îlonê de bîlançoya şer ragihand û teqez kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe de 157 caran çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bikar anîn.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta Tirk di nava dîrokê de bi dehên caran çekên kîmyewî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd bi kar anine.

Di vê çarçoveyê de endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Silava Îbo wiha axivî: "Dewleta Tirk di demên dawî de êrişên li dijî gerîla zêde kirin û di êrişên xwe de hemû cûreyên çekên giran bikar anîn, gerîla jî li hember êrişên hovane li ber xwe dide."

Silava Îbo wiha domand: "Em ciwanên Kobanê dê ji bo destekdayîna gerîla tê bikoşin û çi ji me were xwestin em ê ji bo destekdayîna wan bikin çi bi rêya lidarxistina çalakiyên cûda yan jî ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û tev li şerê li dijî dagirkeran bibin, em ê bikin."

Silava Îbo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber dewleta Tirk nikarîbû îrade û berxwedana gerîla bişikîne, çekên kîmyewî bi kar anîn û ew bi vê yekê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne û divê hesab jê were xwestin.

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Bozan Berkel jî wiha got: "Ji beriya demekê ve dewleta Tirk û hevkarên wê PDK`ê êrişî çiyayên Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê dikin."

Bozan Berkel diyar kir ku ji ber dewleta Tirk li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Garê bi bin ket bi çekên kîmyewî êrişî gerîla dike û li hember vê yekê jî civaka navneteweyî û cîhan bê deng e.

Bozan Berkel di berdewama axaftina xwe de ve tişt anî ziman: "Berxwedana bêhempa ya gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk ên hovane didome. Dewleta Tirk di êrişên xwe de çekên kîmyewî li pêşiya çavên cîhanê bikar tîne û ew jî li hember vê yekê bê deng e."

Bozan Berkel teqez kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û ev tişt xuya kir: "Em êrişên hovane şermezar dikin. Em destekdayîna xwe ji berxwedana dîrokî ya gerîla re li çiyayên Kurdistanê eşkere dikin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê li ber xwe bidin."

Bozan Berkel di dawiyê de bêdengiya rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî derbarê bikarîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re li dijî kurdan şermezar kir û got, ev yek tê wateya hevkariya wan bi dewleta Tirk re da ku komkujiyan li dijî gelê kurd pêk bînin.

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dawî de li Başûrê Kurdistanê zehemtiyan dikişîne û bi pêş de naçe, ji ber vê yekê jî PDK`ê bikar tîne û her du bi hevre êrişî gerîla dikin. Li beramberî vê yekê jî bangên gelê kurd ji PDK`ê re ew in ku dev ji vê yekê berde.

Tevî ku KCK`ê gelek caran derbarê planên dewleta Tirk hişyarî da PDK`ê jî û got, dewleta Tirk dixwaze gelê kurd tune bike, lê PDK`ê ev bang bi cih neanî û rêya xiyanetê didomîne.

(bx)

ANHA