ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2021
13 cotmeh, 2021   23:00

-Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef di salvegera şehadeta wê ya duyemîn de li navenda çandê bi bîr tîne, saet di 18:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma 6 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPG’ê li Hesekê saet di 12:00’an de li dar dixe, her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a nevçeya Dirbesiyê merasîma şehîdê QSD’ê li Goristana Şehîd Ristem Cûdî li dar dixe. Saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Eşîrên Ereb li ser bûyerên li bajarokê Til Birak ê başûrê Qamişlo daxuyaniyekê li Hesekê didin. Saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiyên Konvedanê li dergehê Sêmalka berdewam dikin, dê îro şêniyên navçeya Amûdê û endamên şaredariyên gel ên Herêma Cizîrê tev li çalakiyên bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lêkolîner Nûbar Melkonyan got "Pêwîstî bi nirxandina paradîgmaya Abdullah Ocalan heye ku rê li ber rizgariya gelan ji sîstema kapîtalîst vedike" û bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kar û xebatên zêdetir û cudatir bên kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Desteya Karûbarên Civakê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî hişyarî li ser pirsgirêkên kêmbûna ava çemê Firatê li ser herêmê da û got êdî çem ber bi ziwabûnê ve ye û li herêmê hilweşîna çandinî û sewalvaniyê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevî berxwedana wan li kampan ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, şêniyên herêma Serêkaniyê hewldanên hiqûqî bi rêya nûnerên xwe pêk tînin. Her wiha belge kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê 382 şêniyên Serêkaniyê revandine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk Fîras Qesas got, gefên dawîn ên Erdogan ne nû ne û teqez kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dê bersiva êrişên muhtemel ên dewleta Tirk bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Careke din axaftina li ser lidarxistina civîna nû ya komîteya destûrê ya Sûriyê di vê mehê de tê kirin. Li ser wê yekê muxalifê sûrî Semîr Ezam got: "Ev komîte li ser bingeheke derew hatiye avakirin û tevahî hêzên şerê terorê kirine paşguh kirine." Li aliyekî din jî Hikmet Hebîb da zanîn ku dê civîna destûrê ya bê jî bi bin bikeve. (BI WÊNE)

KURDISTAN

- Çalakvanê siyasî Mezher Şêxo got “Çawa ku gelê Şengalê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da, dê li dijî PDK'ê jî li ber xwe bide. DAIŞ û PDK di bin kontrola dewleta Tirk de ne û ev jî îsbata wê ye ku cudahî di navbera PDK û DAIŞ'ê de nîn e.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kurê girtiyê bi navê Bedel Berwarî, Arî Berwarî got: "Divê PDK’ê bavê min serberst berde. Bavê min rastî îhanet û zextên derûnî tê. Bi wê re pir kîlo jê kêm bûye."(BI WÊNE)

- Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmê, êrişên li dijî gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Dewleta Tirk di êrişên xwe de hemû cûreyên çekên giran bi kar anîn û di demên dawî de û piştî binketina wê ji aliyê gerîlayan ve çekên kîmyewî bi kar anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Tevî ku propagandayeke mezin ji hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê yên 5’mîn hate kirin ku ji dema hilweşîna Baasê çênebûne û ya yekemîn ji dema xwepêşandanên gel ve li dar dikeve, lê gel der barê encamên wan hilbijartinan de boykotkirineke berfireh nîşan da. Gelo sedemên wê çi ne û gelo dê encamên wê bi guhertina kesê ku hikûmetê ava bike re were guhertin.? (BI WÊNE)

ANHA