Komeleyên Tûnisê li ser hewldanên Tevgera Nehda hişyarî da

Li gorî malpera El-Erebiyê, 22 komeleyên Tûnisê têkildarî hewldanên Tevgera Nehda û alîgirên wê yên xapandina raya giştî ya cîhanê û bi taybet Senato û Rêveberiya Amerîkayê, hişyarî da.

Komeleyên Tûnisê li ser hewldanên Tevgera Nehda hişyarî da
13 cotmeh, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleyan bi daxuyaniyekê diyar kir ku hewldanên tevgera Nehda deqeke reş e li ser eniya wan siyasetmedaran ku hinek ji wan ji dawiya 2011'an û vir ve beşdarî hikumê bûne.

Di daxuyaniyê de, sorkirina welatên biyanî ji bo destwerdana li kar û barên Tûnisê, her wiha bangawaziyên hin partî û kesayetên siyasî ji bo welatên biyanî, hatin şermezarkirin û wekî binpêkirina serweriya Tûnisê hate binavkirin.

Li aliyekî din jî seroka hikumeta nû ya Tûnisê Necla Boden dest bi peywira xwe kir û gelek hevdîtin bi hejmareke wezîrên nû re pêk anîn.

(dm)