Li Sêmalka xwepêşandana li dijî xiyaneta PDK`ê 9 roj in didome

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û hêzên parastina civakî yên herêma Cizîrê, di çalakiya xwepêşandanê ya li dergehê Sêmalka de bang li PDK'ê kir ku ji xeta îxanetê vegere û cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem radestî malbatên wan bike.

Li Sêmalka xwepêşandana li dijî xiyaneta PDK`ê 9 roj in didome
13 cotmeh, 2021   10:48
QAMIŞLO

Çalakiya konê xwepêşandanê yê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve li qada dergehê Sêmalka tê birêxistinkirin, ji bo radestkirina cenazeyên gerîleyên di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 9`emîn de didome.

Bi hezaran şêniyên navçeya Tirbespiyê û hêzên parastina civakî (HPC) li qada çalakiyê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan rakirin û di nava tilîliyên dayikan û sloganên silavkirina berxwedana gerîla de, ber bi konê xwepêşandanê ve çûn.

Li wê derê, endama rêveberiya Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) Hediye Ebdulah aixivî û bal kişand ser dîroka îxanetê ya PDK'ê. Hediye wiha got: "PDK'ê ji destpêka damezrandina xwe ve û heta roja îro, xeta tesfiyekirina tevgerên Kurdî û kuştin û revandina kesayet û şoreşgerên Kurd seas girtiye. Ji ber vê yekê dîroka PDK`ê bi van sûcan dagirtî ye."

Hediye bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK'ê serî hildin.

Tê payîn ku çalakiya xwepêşandanê sibe bi beşdariya şêniyên Amûdê û endamên Şaredariyên Gel ên herêma Cizîrê, bidome.

(dx)

ANHA