Sûcên dagirkeran li dijî şêniyên Efrînê dewam dikin

Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revand.

Sûcên dagirkeran li dijî şêniyên Efrînê dewam dikin
12 cotmeh, 2021   07:48
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji Efrîna dagikirî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji navçeya Raco ya Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li gorî çavkanî, navê sivîlê hatî revandin Nezîr Sebrî Salih (30) e, navê dayikê Zeyneb û ji gundê Etmana yê navçeya Raco ye.

Li gorî çavkanî, çeteyan li hemberî berdana Nezîr, 5 hezar dolar ji malbata wî xwestin. HEta niha çarenûsa wî nediyar e.

(dx)