Şêniyên Rojava hefteyeke li ber deriyê Sêmalka Xwepêşandanan li dar dixin

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê li dijî xiyaneta PDK'e ev 8 roj in li ber deriyê Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, derketine xwepêşandanan.

Şêniyên Rojava hefteyeke li ber deriyê Sêmalka Xwepêşandanan li dar dixin
12 cotmeh, 2021   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN _ZANA SEYDÎ

Bi dehan dayikên ji gund û bajarên herêma Cizîrê hatine, li dergeha Sêmalka ya di navbera Rojav û Başûrê Kurdistanê de kom bûne, wêneyên gerîlayên ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Başûr hatine şehîdxistin ve, hildane.

Ji sêşema borî de, meclisa malbatên şehîdan a herêma Cizîr çalakiyên konvedanê bi beşdarbûna bi sedan jin û mêran li dar xistine. Her wiha endamên hêzên ewlkariyê ji roja yekem de parastina çalakiya konvedanê dikin.

Malbatên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ku bi destê hêzên PDK`ê li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne jî, beşdarî çalakiya xwepêşandanê bûne.

Li gorî daxuyaniya Ragihandin û Çapmeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), Hêzên PDK'ê di kemînekê de komeke ku ji 7 gerîlayên HPG pêk tê, di 28-29'ê Tebaxa borî de li herêma Xelîfanê, dema ku ji Qendîl ber bi Bedînan ve diçûn, kir hedef. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, yek esîr hate girtin û yek jî vegeriya baregehê xwe.

`EM Ê XWEPÊŞANDANÊN XWE BIDOMÎNIN HETA KU CENAZEYÊN ŞEHÎDAN WERDIGIRIN`

Di nava bi sedan jinên hazir de, Cemîle Omer ji şêniyên bajarê Dêrikê ku li nêzî dergeha Sêmalka ya sînor rûniştî û wêneyê şehîd Tolhildan Raman ku PDK cenazeyê wî li cem xwe girtiye û radestî malbatê nake, hildaye.

Cemîle destnîşan kir ku PDK'ê piştgiriya dagirkeriya Tirk dike da ku hebûn û doza Kurdan tune bike. Her wiha piştrast kir ku ew ê xwepêşandana xwe bidomînin heta ku cenazeyên şehîdan werdigirin.

Malbatên Şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî di roja yekemîn a çalakiya konvedanê de ji PDK'ê xwestin ku cenazeyê zarokên wan radestî wan bikin. Her du malabatan xiyaneta PDK'ê şermezar kir.

'DAYIKÊN AŞTIYÊ DAXWAZA CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN XWE DIKIN'

26 dayikên Aştiyê ji bajar û bajarokên cuda yên herêma Cizîrê duh li ser pira di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kom bûn. Dayikan hewl da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê hêzên PDK'ê nehişt dayik derbasî aliyê din bibin û cenazeyên xwe bixwazin.

Di demeke ku çalakgeran nerazîbûna xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve di şerên li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna de nîşan dan, Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 şervanên xwe ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li herêma Werxelê şehîd bûn, eşkere kir.

Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya ku ragihandiye de destnîşan kir ku hêzên derve yên ku piştgiriya dewleta Tirk bi çekên kîmyewî dikin ji vî sûcê li dijî mirovahiyê berpirsiyar in.

' ISRARA GURKIRINA ŞER DI NAVBERA PÊŞMERGE Û GERÎLA DE '

Endamê konseya rêveber a PKK Murad Karayilan, di demeke berê de gotibû ku hewldanên gurkirina şerekî di navbera pêşmerge û gerîla de heye û wiha domand:" Tevgera me tu talîmat nedaye ku em li dijî pêşmergeyan êrişan pêk bînin û têkevin nava şerekî birakujiyê û heta bi tiştî nafikire jî."

Karayilan bang li PDK'ê kiribû ku herî kêm di şerê ku HPG`ê li dijî dewleta Tirk dimeşîne de helwesteke bêalî nîşan bide.

' TÊKÇÛNA DAGIRKERÎ Û HEVKARÊN WÊ DÊ RÊ LI QONAXEKE NÛ VEKE '

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Newaf Xelîl ku beşdarî xwepêşandanê bûye, got êrişên mezin a ku dewleta Tirk û alîgirên wê li dijî hêzên Parastina Gel pêk tînin, dê dawiya dewleta Tirk bînin. Her wiha piştrast kir ku têkçûna dagirkeriyê û hevkarên wê dê rê li ber qonaxeke nû veke.

Bi sedan şênî ji herêmên cuda yên herêma Cizîrê rojane bi dehan kîlometre derbas dikin da ku beşdarî konên xwepêşandanê bibin. Îro bi dehan şêniyên taxên rojhilatê Qamişlo û endamên Navenda Çand û Hunerê dê beşdarî xwepêşandanê bibin. Partiya Yekîtiya Demokratîk û şêniyên taxên rojava yê bajarê Qamişlo dê nobetê dewr bigirin.

(dm-dx) 

ANHA