Di teqîneke li gundewarên Derayê de, 5 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Di teqîna erebeyeke leşkerî ku li nêzî pira Ûm El-Meyazin li ser rêya Şam-Dera bû de, 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di teqîneke li gundewarên Derayê de, 5 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
11 cotmeh, 2021   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), kesên nenas erebeyek leşkerî li nêzî pira Ûm El-Meyzin a li ser rêya Şam-Dera kir hedef. Di encamê de 5 leşker û esferekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Têkildarî wê, piştî çend deqeyan ku erebeya leşkerî hat hedefgirtin, Hêzên Hikumeta Şamê bi hawanan aliyên bajarokê Sêda topbaran kir

Tevî hewldanên Rûsya ên pêkanîna istîqrarê li Derayê, lê belê rewşa ewlhiyê hê jî tevlîhev e. Her wiha li gorî daneyên SOHR'ê, di Hezîran 2019`an heta îro, hejmara êriş û hewldanên qetilkirinê li Dera û başûrê Sûriye bi rêya teqîna bombeyan, mayînan, wesîteyên bombebarkirî û reşandina guleyan ji  aliyê şaneyên çekdarî ve gihaşt hezar û 189 çalakî û buyerên kuştinê.

(dm)