Feysel Miqdad: Dem hatiye ku Tirkiye ji bakurê rojavayê Sûriyê derkeve

Wezîrê Karên Derve ya Şamê Feysel Miqdad bang li dewleta Tirk kir ku ji bakurê rojavayê Sûriyê derkeve û îşaret pê kir serdana Beşar Esed a dawî ya li Rûsyayê baş bû.

Feysel Miqdad: Dem hatiye ku Tirkiye ji bakurê rojavayê Sûriyê derkeve
10 cotmeh, 2021   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Miqdad di hevpeyvînekê li gel rojnameya El-Weten a girêdayî hikumeta Şamê de got: "Piştevaniya Rûsya ya bi Sûriyê re vekiriye. Em jî ji ber gelek sedeman pişta xwe didin hevalbendên xwe. Ya yekê ew bi mîsaqên NY’yê, xebata navneteweyî û pirrengiya helwestan di siyasetên navneteweyî de pabend in. Ya duyem jî ew bi xebata cidî ya li dijî terorê jî pabend in."

Miqdad da zanîn ku dema hatiye ku dewleta Tirk ji bakurê rojavayê Sûriyê derkeve "Divê derfet ji bo çareserkirinê hebe û piştî dagirkerî bi dawî bibe  ji nû ve têkiliyên xwezayî di navbera Sûriyê û dewleta Tirk de pêk bên."

Lê Miqdad behsa dagirkirina herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve nekir.

Miqdad bang li berpirsên dewleta Tirk kir "Beriya dem dereng dibe zana bin, ji ber ku dem ne ji bo berjewendiyên wê ye. Dê Sûriye çi bi rêyên aştiyane yan jî bi rêya civaka navneteweyî herêmên dagirkirî rizgar bike."

Miqdad wiha berdewam kir: "Ez texmîn dikim ku gelê Tirkiyê baş dizane ku berjewendiyên wê yên dîrokî bi Sûriyê re ji lihevkirinên ku Erdogan bi rêxistinên terorîst re datîne ku ji bo armancên îdeolojîk in, girantir û buhatir in."

Rûsya û Tirkiyê di civînên berê yên Soçiyê de nikarîn girêka Idlibê, bi taybet vekirina rêya M4 çareser bikira.

Ji wê zêdetir jî bejahiyên Idlib, Heleb û Laziqiyê ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û hikumeta Şamê banga derketina dewleta Tirk ji van herêman dike. Her wiha dewleta Tirk Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin.

(fr)