Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Meclisa Dêrazorê ya Partiya Sûriya Pêşerojê çalakiyeke li dar xist, banga azadkirina rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk kirin.

Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
10 cotmeh, 2021   14:24
DÊRAZOR

Bi wesîleya salvegera 23'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û salvager 2'yemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, Meclisa Dêrazorê ya Partiya Sûriya Pêşerojê mîtîngeke li çerxerêya Kisra ya gundewarê rojavayê Dêrazorê li dar xist. Di mîtîngê de hate gotin, dagirkirina her du bajaran berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan e.

Di mîtînga ku bi sedan kes tevlê bibûn, Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Casim El-Reyaş axivî.

Casim El-Reyaş anî ziman ku şêniyên Dêrazorê mîna şêniyên herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketine qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin û got: "Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan herêm hatin rizgarkirin û şênî bi ewle û aştî dijîn. Azadiya rêbertî azadiya tevahî gelên cîhanê ye û bi pêkanîna felsfeya wî krîzên li cîhanê çareser bibin."

El-Reyaş her wiha destnîşan kir ku ew nahêlin ku dewleta Tirk projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û got: "Ruxmî êrişan hevgirtin û girêdana gel ê Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê wê bi taybet xurt dibe. Ji ber ku di projeya Rêveberiya Xweser û felsfeya rêber Ocalan de çareserî ji hemû pirsgirêkan de hene û armanca vê felsfeyê azadkirina gelan e."

Endamê Meclisa Dêrazor a Partiya Sûriya Pêşerojê Zeyîm El-Mehmûd îşaret pê kir ku partiya wan destekê didin projeya Rêveberiya Xweser "Ji ber ku rêya yekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyê û parastina yekitiya Sûriyê, biratiya gelan û aştiya navxweyî ye."

El-Zeyîm banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya li ser xaka Sûriyê kir.

ANHA