Artêşa Tirk nuqteyeke nû nêzî rêya M4 ava dike

​​​​​​​SOHR, diyar kir ku tevî bangên hikumeta Şamê û Rûsya, Tirkiyê nuqteyeke nû ya çavdêriyê nêzî rêya M4 ava kir.

Artêşa Tirk nuqteyeke nû nêzî rêya M4 ava dike
10 cotmeh, 2021   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dagirkeriya Tirk li bajarokê Afs ê nêzî bajarê Seraqib û rêya M4 ê rojhilatê Idlibê nuqteyeke nû ya çavdêriyê ava kir. Li nuqteyê du tank, 4 erebeyên barkirina leşkeran, 3 panzer û derdora 50 leşker hene.

Li gorî SOHR, ev nuqte piştî bangên Rûsya yên li Tirkiyê ku nuqteyên çavdêriyê yên di navbera Seraqib û Idlib a li beramberî rêya M4 de vala bikin, hate avakirin.

Heman demê,  konvoyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê gihiştin Seraqibê, li ser vê yekê artêşa Tirk hêz, tank û panzer li eniyên şer ên derdora Seraqib, çiyayê Zawiya û gundewarê rojavayê Helebê bi cih kirin.

SOHR, her wiha diyar kir ku berbanga îro, konvoyeke nû ya girêdayî dewleta Tirk derbasî "Herêma bêçek" bû, zêdetirî 100 maşîne ku bi leşker, panzer û madeyên leşkerî û lojîstîk barkirî bûn, di dergehê Kefer Losîn re derbas bûn û ber bi nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li başûrê gundewarê Idlibê ve çûn.

Ev yek îsbat dike û Rûsya û Tirkiyê du danûstandinên li Soçî de li ser pirsgirêka Idlibê û vekiriya rêya M4 de negihiştin lihevkirinê.