Li Dirbêsiyê merasîma xiyabî ya gerîla şehîd Delal Qamişlo

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ji bo gerîlaya YJA Starê Delal Qamişlo, ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê, merasîma xiyabî li dar xist.

Li Dirbêsiyê merasîma xiyabî ya gerîla şehîd Delal Qamişlo
10 cotmeh, 2021   12:14
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê îro ji bo gerîla Hêva Memo (Delal Qamişlo) ku di êrişên dagikeriya Tirk yên li herêma Avaşînê de şehîd bûbû, merasima xiyabî li dar xist.

Merasîm li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li navçeya Dirbêsiyê bi beşdarbûna bi sedan şêniyên navçeyê, malbata şehîd Delal Qamişlo û endamên saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.

Di merasimê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Edla Misto got: "Şehîd Delal ji bo rizgarkirina axa Kurdistanê û yekbûna wê tev li nava refên gerîla bû.”

Piştre li ser navê malbata şehîd Delal Qamişlo apê wê Omer Memo axivî û teqezî bi berdewamiya têkoşîn û berxwedanê li ser şopa şehîd Delal kir.

Omer Memo got: "Keça me rêya rast hilbijart, rêya parastinê û têkoşîna ji bo azadiyê û ji bo gelê xwe canê xwe feda kir."

Hêjayî gotin êye gerîla Hêva Memo ku ji destpêka 2020'an ve tev li nava refên gerîla bû, di 1'ê Cotmehê de li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

(dx)

ANHA