Pispora zanistinê îslamê Zeyneb El-Tojanî: Em piştgiriyê didin hemleya “Azadî ji bo rêber Ocalan”

Profesoreke zanîngeh Tunisê û pispora zanistên îslamê Zeyneb El-Tojanî diyar kir ku ew piştgiriya hemleya `Azadî Ji Bo Rêber Ocalan` dike û got, divê doza rêber Ocalan careke din di ber çavan re were derbaskirin. Her wiha destnîşan kir ku tecrîda ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, êrişa li ser rûmeta mirovahiyê ye.

Pispora zanistinê îslamê Zeyneb El-Tojanî: Em piştgiriyê didin hemleya “Azadî ji bo rêber Ocalan”
10 cotmeh, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN-SOZDAR WEQAS

Dewleta Tirk a faşîst madeya 5`an a ragihandina mafên mirovan a cîhanê û madeya 3`yan a lihevkirina mafên mirovan a Ewropayê binpê dike û bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.  

Her wiha pêkanîna hevdîtinan bi parêzer û malbatê re jî qedexe dike. serdana dawî di 7`ê Tebaxa 2019`an de bû. Parêzeran di 7`ê Cotmehê de daxwaznameya serlêdanê ji dozgeriya giştî ya Bûrsayê re pêşkêş kir. Lê ev daxwazname mîna her car bê bersiv ma.

Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan Meclisa Ragihandinê ya Dîjîtal a Kurdistanê bi dirûşma `Azadî Ji Bo Rêber Ocalan` hemlaya haştagê heta 3 rojên li dû hev ragihand ku ji înê destpê kir.

Jinên ji bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyenên jin ji Awusturya, Malesya, Pakîstan, Misir û Lîbyayê tev li hemleyê bûn. Jinan ev bang kir: “Ji bo ku birêz Ocalan rola xwe di çareserkirina doza Kurd de bilîze û aştiya civakî pêk were, divê azad bibe.”

Têkildarî mijarê professor û pispora zanistên îslamê ya zanîngeha Menûbe ya Tunisê Zeyneb El-Tojanî ku tev li hemleyê bûye ji ajansa me re axivî û got: “Tecrîdkirina girtiyan, qedexekirina serdanên malbatê û parêzeran, li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e. Ew wek êrişa li ser rûmeta mirovahiyê tê hesibandin. Ji mafê hemû girtiyan e ku li gorî pîvanên hiqûqî û navneteweyî danûstandin pê re were kirin.”

Zeyneb El-Tojanî destnîşan kir ku di vê demê de pêwîst e zext bê zêdekirin da ku madeyên têkildarî hurmeta mirovahiyê pêk werin û wiha domand: “Bêdengiya aliyên têkildar ne bêguneh e. Wek rêxistin û kes divê em pabendî rêgezên exlaqî ku li ser hemû mirovan pêk tên û girêdayî hurmeta mirovahiyê ne bin. Helwest çi dibe bila bibe, êrişa li ser wê hurmetê êrişa li dijî mirovahiyê ye.”

`ROLA JINAN DI AVAKIRINA AŞTIYÊ DE ÇALAK E`

Rêber Abdullah Ocalan di lêkolînên xwe de doza rizgariya jinan bi hûrgulî dinirxîne. Fikrên ku berê tune bûn pêşkêşî jinan kir. Di vî warî de Zeyneb El-Tîjanî got: “Jin roleke çalak di avakirina pêşeroja aştiyê û ewlehiya li welêt, herêmê û cîhanê de dilîzin. Tiştekî normal e ku jin bi fikir û perspektîfên kesekî ku rêzê ji jinê û û çalakbûna wê re digire, bi erênî bi bandor bibin. Ji wê zêdetir divê bibin yek deng da ku mafên xwe yên rewa biparêzin.”

`EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEMLEYÊ`

Zeyneb El-Tojanî got ew piştgiriyê dide hemleya Meclisa Ragihandinê ya Dîjîtal a Kurdistanê û wiha lê zêde kir: “Ev hemle xwedî aliyekî exlaqî ye ku rêgeza darizandina adil û peydakirina şertûmercên rêzdar ji mirovan re diparêze. Her wiha li hemberî hemû kesên ku rolek di azadkirina jinan de ji dîroka zulmê ya mêran de dilîze, erkek e. Armanca hemleyê jî ew e ku dengê hemû kesên aştîxwazin bi hêz ragihîne. Ev yek jî tenê bi rêya lihevkirina bi rabidûyê re, tesfiyekirina dozên wê û pêkanîna edalet û qanûnê pêkan e.”

Profesora zanîngehê û pispora zanistên îslamê ya zanîngeha Menûbe ya Tunisê Zeyneb El-Tojanî di dawiyê de ragihand ku ew piştgiriya mafên girtiyan di darizandineke adil de dike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em bi mafên wan yên di rûmetê, hurmetê û danûstandina qanûnî re ne. Em dengê xwe tev li dengên daxwazvanên ku dixwazin qanûn û edalet pêk were û ji bo aştî, edalet û ewlehî ji gelê Kurd û gelên herêmê re pêk were, careke din doza birêz Ocalan di ber çavan re were derbaskirin.”

(şx)

ANHA