Ji bo Serêkaniyê û Girê Spî helbest hatin xwendin

Têkildarî salvegera duyemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist.

Ji bo Serêkaniyê û Girê Spî helbest hatin xwendin
9 cotmeh, 2021   15:23
QAMIŞLO

Şevbuhêrk li bexçeyê navenda Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna siyasetmedar,rewşenbîr, nivîskar û hezkerên helbestan li dar ket.

Li bexçeyê ku şevbuhêrik lê hat lidarxistin, wêneyên zarok û şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî beriya ku dewleta Tirk dagir bike hatibû daliqandin, her wiha wêneyên ku balê dikişîne ser talanî û êşa ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hovane li ser beden û xwezayê hiştibû hatibû daliqandin.

Helbestvan Hozan Kirkendî, Enahîta Sîno, Îbrahîm Şakir, Xidir Şakir, Mistefa Sîno, Îsa Bavê Siwar û Bavê Tarî ku ji Serêkaniyê beşdarî şevbuhêrkê bûn.

Mijarên helbestan bi giştî li ser dîrok û şaristaniya bajarê Serêkaniyê, hovîtiya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, azarên koçberiyê û hêviyên vegerê bûn.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VvJrc1NFRyk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>