Li Efrînê çete cihên şûnwarî dikolin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê bi maşîneyên giran deverên dîrokî dikolin.

Li Efrînê çete cihên şûnwarî dikolin
9 cotmeh, 2021   14:19
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên Feyleq El-Şam bi serkêşiya Selîl El-Xalidî û berpirsê ewlehiyê li gundên Meydan Ekbes ê navçeya Raco (Hîşam) li gundewarên navçeya Racoyê cihên şûnwarî bi alavên giran kolandin.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan cihê şûnwarî ê Til Nasir ê li gundê Edamo yê Meydan Ekbes, cihê bi navê Sûriyê Banîrako yê li gundê Banîrako yê navçeya Racoyê kolandin.

Dewleta Tirk a dagirker dizî, talankirina cihên şûnwarî li kantona Efrînê didomîn.

(bx)

ANHA