SOHR: Di êrişa Îsraîlê de li Humsê 2 çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin
SOHR 'ê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê li dijî nuqteyên Îranê yên li gundewarê rojhilatê Humsê de, 2 endamên komên alîgirên Îranê hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama bombebarana Îsraîlê ya duh li dijî balafirgeha Teyfûr a leşkerî ya li rojhilatê Humsê de 2 endamên komên alîgirên Îranê yên ji nasnameyên biyanî hatine kuştin.
Ji ber ku rewşa hin birîndaran xeter e, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe. Her wiha agahiyên li ser kuştiyên din hene. Her wiha di encama bombebaranê de, zirarên madî di navendeke perwerdeya li ser balafirên bêpîlot û baregehele wê de çêbûne.
(dm)