SOHR: 130 çeteyên sûrî dê ber bi Lîbyayê ve werin şandin

SOHR, ragihand ku duh dewleta Tirk nêzî 130 çeteyên ji herêmên dagirkirî ber bi Tirkiyê ve şandin da ku wan ber bi Lîbyayê ve bişînin. Her wiha got, 140 çete têne amadekirin da ku wan ji Lîbya vegerînin Sûriyê.

SOHR: 130 çeteyên sûrî dê ber bi Lîbyayê ve werin şandin
7 cotmeh, 2021   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand dewleta Tirk nêzî 130 çeteyên sûrî yên li Efrîn û herêmên bakurê rojavayê Sûriyê şandin Tirkiyê da ku wan ber bi Lîbyayê ve bişînin.

Her wiha istixbaratên dewleta Tirk ji serçeteyên xwe xwest ku amade bin ku heger were xwestin beşeke nû ji wan ber bi Lîbyayê ve bişînin.

Li aliyekî din amadekarî têne kirin ku 140 çeteyên sûrî yên li Lîbyayê vegerînin Tirkiyê da ku di nava çend saetan de wan vegerînin Sûriyê. Ev yek piştî du rojan ku 300 çeteyên sûrî ji Lîbya vegeriyan Sûriyê, hate kirin.

(bx)