Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re carek din serlêdan kirin.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin
7 cotmeh, 2021   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu yê ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş in ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û midûriyeta girtîgehê dan.

Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ên ku parêzerên Abdullah Ocalan in, piştî 8 salan herî dawîn di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribûn.