Balafirên Rûsyayê gundewarê rojavayê Idlibê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsya li gundewarên rojavayê Idlibê 4 êrişên hewayî pêk anîn. Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev ên li gundewarê Idlibê topbaran kirin.

Balafirên Rûsyayê gundewarê rojavayê Idlibê bombebaran kir
7 cotmeh, 2021   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê li dijî deverên li derdora gundê Bisneqol ê rojavayê Idlibê 4 êrişên hewayî pêk anîn. Derbarê kuştî û birîndaran de heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.

Li aliyekî din, Hêzên Hikumeta Şamê deverên li Sifohin, Filêfil, Bilyon ên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin. Çeteyên dewleta Tirk jî bi topavêjan baregehên hêzên hikumeta Şanl tlb li Kefer Nibul a başûrê Idlibê hedef girt.

(dm)