Desteya Tenduristiyê: 55 hezar derziyên Koronayê derbasî herêmê bûne

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El-Ebdulah destnîşan kir ku 55 hezar derziyên vîrusa Koronayê derbasî herêmê bûne û got ev derzî ku li hember pêla çaremîn a vîrusê têrê nake.

Desteya Tenduristiyê: 55 hezar derziyên Koronayê derbasî herêmê bûne
6 cotmeh, 2021   06:08
REQA – RUBA EL-ELÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber zêdebûna hejmara pêkhateyên vîrusa Korona (Covid-19) qedexeya giştî ragihand. Desteya Tenduristiyê gelek tedbîrên pêwîst girt.

Desteyê bi rêxistina tenduristiyê re û bi koordînayaHeyva Sor a Kurd peymanek îmze kir da ku derzeyên vîrusa Koronayê derbasî herêmê bike .

Di vê çarçoveyê de Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El-Ebdulah diyar kir ku 55 hezar derzî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.

El-Ebdullah wiha domand: "Ev derzî têrê nake. Ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusê zêde dibe. Ji ber wê jî desteyê staratjiyek ji bo danyîn a derziyan danî. Beşe yekemîn ji bo kadroyên tenduristiyê bû. Ji ber ku ew zêdetir danûstandinê bi nexweşan re dikin."

Mehmûd El-Ebdullah diyar kir ku kesên temen mezin ên ku nexweşiyên dil, tensyon û şekir bi wan re hene hatin derzîkirin û got, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 navend ji bo dayîna derziyan hatine diyarkirin.

El-Ebdullah bi domdarî got: "Tevahî navendên me dikarin pêşwaziya hemû rewşan û nexweşên dikin bikin û bi awayekî ewle derziyan bidin. Em bi hêvî ne ku ev derzî aktîv bin da ku karibin pêşî li ber vîrusê bigirin."

Têkildarî kadroyên ku li ser xebatê xwe ne Mehmûd El-Ebdullah ev tişt anî ziman: "Hevkarî û koordîne di navbera me û Şaneya Aloziyê de heye da ku hemû pêwîst ji şêniyan re werin peydakirin, sûk û firine werin vekirin lê saetên wan diyar in."

Di dawiyê de Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmdû El-Ebdulah bang li hemû welatiyan kir ku tedbîrên pêwîst bigrina ku pêşî li belavbûna pêla çaremîn a vîrusa Koronayê bigrin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G19p_lViRAY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>