​​​​​​​Di êrişa li Çemçemal de 2 welatî birîndar bûn

Li nêzî navçeya Çemçemalê balafireke bêmirov li erebeyekê da, di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa li Çemçemal de 2 welatî birîndar bûn
4 cotmeh, 2021   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, balafireke bêmirov vê êvarê li nêzî gundê Seydanê Xwaru yê girêdayî navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê erebeyek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 welatî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Çemçemalê, lê piştre rakirin nexwexaneyên Silêmaniyê.