Dagirkeran li Girê Spî 3 sivîl revandin

Çavkaniyên ji herêma Girê Spî ya dagirkirî got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarokê Elî Baceliyê 3 sivîl revandin.

Dagirkeran li Girê Spî 3 sivîl revandin
4 cotmeh, 2021   16:09
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê nîvro bi panzêran bi ser bajarokê Elî Baceliyê yê Girê Spî de girtin û 3 mal dorpêç kirin.

Çavkaniyan got, artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarokê 2 jin û mêrek revandin.

Kesên hatine revandin ev in; Zelxe El-Hisên a ji eşîra El-Ehwes, Fatme El-Geûd a ji eşîra Cês û Tehsîn Mihemed Elî (Ebû Elî El-Secawî) ji eşîra Cês.

Çavkanî eşkere kir ku destpêkê her du jinan xwe xilas kirin, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê dorpêç kirin û dest bi operasyonên serdegirtina kir, heta ew dîtin.

Heman çavkanî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker navbeynkariyên rûspiyên herêmê yên serbestberdana her du jinan red kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jinên revandî veguhastin "Şaxê têkoşîna li dijî terorê" ya li kantona Girê Spî ya dagirkirî.

Sûcên revandin û girtinên bêserûber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên resen ên li herêmên dagirkirî mane berdewam in.

(fr)

ANHA