Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê: Em ê komploya navneteweyî têk bibin

Salvegera 23`yemîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nêz dibe, bi vê boneyê Yekitiya Jinên Ciwan ya Minbicê û gundewarê wê daxuyaniye da û piştrast kir ku dewletên komploger armancên xwe pêk neanîne, ji lewre komplo dewam dike.

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê: Em ê komploya navneteweyî têk bibin
4 cotmeh, 2021   12:15
MINBIC

Endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Şêrîn Mihemed  li pêşiya navenda ciwanan a li Minbicê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca komployê lawazkirin û hilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.

Her wiha hat diyarkirin ku rêber Abdullah Ocalan ruxmî şert û mercên girtîgehê jî lê dev ji têkoşîna xwe bernade, berovajî wê girtîgeh kir kaniya fikr û felsefeya xwe û ji hemû gelan re pêşkêş kir.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewletên komploger negihaştin armanca xwe ji lewre komplo dewam dike, berovajî wê rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe berdewam kir û ruxmî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê jî lê berxwedana li çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê didome û dê gel dev ji doza xwe bernade.

Di daxuyaniyê de hat gotin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berpirsa van êrişên li dijî çiyayên Başûrê Kurdistanê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ê şopdarên rêya şehîdan bin û têkoşîna xwe dewam bikin heta ku bigêhin azadiyê.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PQl-VpVBBYw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>