SOHR: Çeteyên sûrî hîna li Lîbyayê ne

Piştî ku wezîra karên derve ya hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê Necla Menqûş ragihand ku beşek ji hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê derketine, SOHR`ê destnîşan kir ku çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk hîna li Lîbyayê ne.

SOHR: Çeteyên sûrî hîna li Lîbyayê ne
4 cotmeh, 2021   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir ku çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hîna li baregehên xwe yên leşkerî li Lîbyayê ne. Di çend rojên dawîn de derdora 90 çete ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê derketin û çûn Lîbyayê. Li hemberî wê çete bi heman hejmarî vegerîn Sûriyê.

Duh wezîra karên derve ya hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê Necla Menqûş ragihandibû ku hin komên çekdarên biyanî ji Lîbyayê derketine. Lê SOHR`ê ev daxuyanî derewand û got çete hîna li baregehên xwe ne.

(şx)