Şandeya MSD`ê bi endamên Senatoya Amerîkayê re rêzehevdîtinan pêk tîne

Şandeya MSD`ê li Washingtonê ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê, şerê li dijî terorê û îstiqrara Sûriyê bi senatorên payebilind ên Amerîkayê re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya MSD`ê bi endamên Senatoya Amerîkayê re rêzehevdîtinan pêk tîne
4 cotmeh, 2021   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), şandeya MSD`ê bi berpirsê komîteya têkiliyên derve ya Senatoya Amerîka Christopher Van Hollen, berpirsa komîteya diyarkirina budceyê Louise Frankel û serokê komîteya çekkirinê Adam Smith re civiya.

Şandeya MSD û Rêveberiya Xweser bi serokatiya seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed bi rayedarên amerîkî re aloziya Sûriyê, girîngiya rola Amerîkayê di çareserkirina aloziyê de li gorî biryarên navneteweyî û di sêrî de biryara Meclisa Ewlehiyê ya hejmar 2254 gotubêj kirin.

Li gorî daxuyaniya MSD`ê, rayedarên amerîkî piştrast kirin ku ew piştgiriyê didin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şerê li dijî terorê. Her wiha teqez kirin ku dê hêzên welatê wan li Sûriyê bimînin. Her wiha diyar kirin ku ew ê hevkariya xwe bi QSD`ê re dewam bikin, heta ku çareseriyeke siyasî ya domdar li Sûriyê peyda bikin.

Tê desntîşankirin ku ev hevdîtin piştî rêzehevdîtinên ku şandeya MSD`ê bi wezareta karên derve ya Amerîkayê û rayedarên Koşka Spî re, pêk tê.

(şx)