Şengaliyan ji bo parastina Êzîdxanê xwe kirine mertal

Li hember hewldanên PDK’ê yên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê, Êzidî li pêşiya meclisên gel û nuqteyên asayîşa Êzîdxanê kom bûn. 

Şengaliyan ji bo parastina Êzîdxanê xwe kirine mertal
4 cotmeh, 2021   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hevkariya Iraqê hewl dide di bin navê hilbijartinan de peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêr li ser Şengalê pêk bîne. Tevî hemû nerazîbûnên gelê Şengalê jî, PDK dixwaze hêzên çekdarî derbasî nava Şengalê bike û baregehên xwe li herêmê veke.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser PDK hêzeke zêde li nêzê Şengalê kom kiriye û dixwaze careke din hewl bide bikeve Şengalê. Rêveberiya Xweser û TAJÊ şevê din bi daxuyaniyên lezgîn bang li gel kirin, da ku careke din planên PDK’ê yên ji holê rakirina Rêveberiya Xweser têk bibin.

Gelê Şengalê mîna hewldana 2’yê Cotmehê îro jî li ser banga Rêveberiya Xweser û TAJÊ li meclîsên gel û nuqteyên asayîşê kom bûn.

Di van kêliyan de li gel kombûna li meclîsên gel, hejmareke diyar ya gel li nuqteya asayîşê ya Komelgeha Guhbel û li ser rêya Tirbika ya navbera Sinûnê û Rabîayê de kom bûne û xwe ji bo parastina Şengalê kirine mertal.