Çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li Hemayê pev ketin

Li eniyên El-Emîqa ya Sehl Xab a rojavayî Hemayê, di navbera çeteyên Tirk û hêzên hikumeta Şamê de şer derket.

Çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li Hemayê pev ketin
3 cotmeh, 2021   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eniyên El-Emîqa ya Sehil Xab, duh hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin.

Li gorî Navenad Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, her wiha herdu aliyan li heman eniyên şer moşek avêtin hev.

Ji aliyek din ve jî balafirên keşfê yên Rûsya ji seatên sibehê ve, li asîmanên herêmên "bêçek" digere.

SOHR`ê duh destnîşan kir ku rayedarên dewleta Tirk agahî dane baregehên xwe ku bersivê bidin êrişên hêzên hikumeta Şamê.

(dm)