Yekîneyên Taybet ên QSD`ê li Reqayê rê li êrişeke mezin girt

Yekîneyên Taybet ên QSD`ê şêniyên Reqayê ji êrişeke mezin a şaneyeke DAIŞ`ê amadekariya wê dikir, rizgar kirin.

Yekîneyên Taybet ên QSD`ê li Reqayê rê li êrişeke mezin girt
3 cotmeh, 2021   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya terorîst a DAIŞ`ê amadekariyên teqandina erbeyeke bombebarkirî li bajarê Reqayê dikir, ku hejmareke mezin a şêniyên lê dijî.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê detayên girtina şaneya DAIŞ`ê eşkere kirin.

Di daxuyaniya ku Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD`ê belav kiriye de, wiha tê gotin: “

 “Roja 1`ê Cotmehê di saetên şeve de, ji aliyê yekîneyên me yên operasyonên leşkerî ve li bakurê bajarê Raqqayê li hember şaneyee taybet a DAIŞ`ê, operasyonek taybet hat lidarxistin. Ev şane demek bû dihat şopandin û agahî di derheqê vê wê de dihatin komkirin. Ev şane amadekariya teqîneke mezin dikir û ji bo wê seyareyek teqemenîbarkirî amade kiribûn û armanc dikirin ku li bajarê Raqqa biteqînin.

Di operayonê de di navbera yekîneyê me û çeteyan de şer derket, di wê şerî de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî hatin girtin. Yek ji çeteyên hatine kuştin, berpirsiyarê wan yê karûbarên sabotajê bû. Her wiha seyareya bombebarkirî hat rûxandin.

Piştê ku dewleta Tirk a dagirker xeta Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, DAIŞ li wan herêman rêxistinbûna xwe xurt dike û wan deveran wekî baregehek ku amadekariyên xwe yên êriş û çalakiyan lê dike, bi kar tîne.

Bi vê operasyonê pêşiya êrişee mezin hat girtin û derbeyek giran li hewldanên DAIŞ`ê yên ji nûve rêxistinbûnê hat xistin.”

(cx)